Sînemeya Amûdê, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Koçgirî, Amed, Mereş, Geliyê Tiyarê, Enfal, Helebce, Serdeşt, Berzan, Sine, Qamişlo, Qerne û Qelate. Bê guman hûn dizanin ku ev nav, navê hin komkujiyan e ku dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê kurd pêk anîne..
Lê komkujiyek heye ku di raya giştî ya kurdan de zêde nayê zanîn, Komkujiya Zerdeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew jî Kîmyabarana Zerde ya li Rojhilatê Kurdistanê ye ku di encamê de ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve bi sedan gundiyên kurd hatin qetilkirin. Îro 24’emîn salvegera Kîmayabarana gundê Zerde, yê Kirmaşanê ye.
Rejîma Sedam Huseyîn ne tenê li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê kurd komkujî û hovîtî pêkanîn. Di dema şerê navbera du dagirkerên Kurdistanê, Îran û Îraqê de, gelek gundên kurdan li Rojhilatê Kurdistanê jî bûn hedefa êrişên balafirên şer ên Îraqa wê demê.
Beriya bi 24 salan wekî îro, ango sala 1988a ku wê salê rastî cejna qurbanê hatibû, serê sibê, balafirên artêşa Îraqa ya wê demê bombeyên napalmê bi ser gundê Zerde yê Kirmaşanê de barandibûn. Di vê êrişa hovane de herî kêm 275 gundiyên kurd jiyana xwe ji dest dan û ji hezarî zêdetir jî birîndar bûn ku birînên wan hîna jî nehatine pêçan.
Tevî ku di ser vê komkujiyê re 24 sal jî derbasbûne, hîna jî mexdûrên vê êrişa hovane, ji ber kêmderfetiya xwe û guhnedana karbidestên Koamara Îslamî ya Îranê ji ber êş û azarên xwe dinalin.
KOMKUJIYA SERDEŞTÊ
Di demjimêr 4’ê piştî nîvro roja 28’ê Pûşpera 1987’an, çar taxên bajarê Serdeşt û gundên nêzîkî bajêr Reşe Hermê û Deştî Kepran ketin ber bomberana balafirên Iraqê. Di demjimêrên destpêkê yên bombebaranê de, Serdeştiyan hîs kir ku ev bombebarenek asayî ye, lewra xelk çû cihê bombebaranê û hewl da birîndaran rizgar bike. Piştî ku di laşê mirovan de xwerhînê destpê kir, laş werimîn, ji dev, poz û çavê wan av hat, tengenefesiyê destpê kir û vereşiyan, xelkê bajêr fam kir ku ew bi êrişek kîmyewî re rûbirû mane. Gelek kesên ku cidîyeta vê yekê famnekirin û ji bo rizgarkirina birîndaran hewl dan, jî jiyana xwe j idest dan. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan her ku çû zêde bû.
Di duyem roja kîmyabarana Serdeştê de, bi sedan kuştî û birîndar li salona sporê ya bajêr ku wekî Holî Palewan Textî tê naskirin hatin komkirin û piştre birîndar veguhestin nexweşxaneyên Mehabad, Urmiyê, Tewrêz û Tehranê.
Tevî ku hejmara teqez ya kuştiyên di encama vê hovîtiyê de nayê zanîn jî, tê texmînkirin ku di vê êrîşa balafirên rejîma wê demê ya Iraqê de, herî kêm 8 hezar kurdên sivîl hatin kuştin û birîndar kirin. Rejîma Sedam Husên, di vê êrişa li ser Serdeşt de, gaza qedexekirî sulformustard, ango xerdel, gaza tabon û gaza sûman bikar anîbû.
Li gor çavkaniyên Komara Îslamî ya Îranê, di encama kîmyabarana Serdeşt de, navendên leşkerî yên Iranê ti zerar nedîtine û hemû kesên jiyana xwe ji dest dan, xelkê sivîl yê bajarê Serdeşt û gundên derdora wê bûn.
Li gel vê hêşta hejmarêkî dirûst yên qurbaniyên Serdeştê nehatin zanîn, lê belê dibêjin li nêzî 8 hezar kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Piştî vê êrîşê salekê 16’ê Adara sala 1988’an li dijî Helepceya Başûrê Kurdistanê êrîşa kîmyewî hatibû li darxistin û herî kêm 5 hezar Kurd hatibûn qetilkirin. Komkujiya ku ji aliyê rejima Sedam li dijî Kurdan hatî destpêkirin weke Enfal hatibû binavkirin.
Yekem operasyona ku ji şeş operasyonan destpêkirî, di Sibata 1988’an destpê kir, ya herî dawî jî navbera 25’ê Tebax-6’ê Îlona 1988’an hatibû dirust kirin. Di van komkujiyan de tenê li Başûrê Kurdistanê 180 hezar Kurd hatibûn qetilkirin.
Şerê Îran-Iraqê jî di navbera Îlona 1980’ê û Tebaxa 1988’an rû da, 1 milyon mirov di van şeran de hatibûn kuştin.