Irmak: Çawa hatin wê wisa jî biçin
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak piştî serdegirtinên avahiyên DBP’ê yên li navçeyên Mêrdînê, çû serdanê û got; “Mejiyê zorbe wê ti carî nikaribe ji me re bibe asteng. Em ê serî netewînin.”
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak piştî serdegirtinên avahiyên DBP’ê yên li navçeyên Mêrdînê, çû serdanê û got; “Mejiyê zorbe wê ti carî nikaribe ji me re bibe asteng. Em ê serî netewînin.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Selma Irmak piştî serdegirtinên avahiyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yên li navçeyên Mêrdînê, çû serdana avahiya DBP’ê ya Dêrika Çiyayê Mazî, serdegirtin şermezar kirin. Irmak destnîşan kir ku serdegirtin amadekariyên qeyûman e û got; “Gelê me çawa li ber xwe dabe, em ê jî li cem gelê xwe li ber xwe bidin.
‘TEVAHÎ ZEXT AMADEKARIYÊN QEYÛMAN E’
Irmak bi bîr xist ku tevahî avahî ji hêla polîsan bi awayekî hovane hatine talankirin û wiha pê de çû; “Di van serdegirtinan de çi li avahiyan hiştine çi birine em nizanin. Hin amûrên xwe jî li avahiyê hiştin. Ji bo zorbetiyên xwe îro amadekariyan dikin. Tevahî zext amadekariyên qeyûman e.”
BANGA MEZINKIRINA BERXWEDANÊ
Irmak got wê serî li ber zext û zorbetiyan daneynin û wiha dewam kir; “Mejiyê zorbe wê ti carî nikaribe ji me re bibe asteng. Em ê serî netewînin. Gelê me çawa li ber xwe dabe, em ê jî li cem gelê xwe li ber xwe bidin. Zextker wê di nav zextên xwe de bixeniqin. Divê gelê me li dor partiya xwe bicive. Di serî de Mêrdîn, ez bang li tevahî jin û gel dikim. Berxwedanê mezin bikin.”
‘ÇAWA HATIN WÊ WISA JÎ BIÇIN’
Irmak bi bîr xist ku di serdegirtinên avahiyên partiya wan de zêdetirî 30 rêveber hatine girtin û hevdîtinên bi parêzeran re hatine sînordarkirin. Irmak, îfade kir ku qeyûm nikare biçe avahiya şaredariyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Bi tevahî hêza xwe ya leşkerî êrîş dikin. Dixwazin bi vî şêwazî nerazîbûnan kêm bikin. Ne li Nisêbînê ne jî li Dêrikê qeyûm nikare li şaredariyên hatine desteserkirin bixebitin. Qeyûm li qeymeqamtiyê rûdinên. Bi wesayîtên zirxî tên û diçin. Cerdevanên tayînkirî li şaredariyê dixebitin. Rûyê wan nîne bikevin nav gel. Jixwe gel qeyûm nas nake. Çawa hatin wê wisa jî biçin.”