Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê li dijî faşîzma AKP/Qesrê banga serhildanê kir. Însiyatîfê bang kir ku berê xwe bidin sazî û hevkarên AKP’ê û got; “Pêwîst e gelê me ji îro û şûn de bêyî dudilî însiyatîfa pêşxistina çalakiyan bi kar bîne û Bakurê Kurdistanê ji bo AKP’ê bike dojeh. Ti Kurdên azad û bi rûmet divê ji îro û şûn de xwe bi çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyan mijûl neke.”
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê têkîldarî qirkirina siyasî ya li dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî şiklî ye:
Ji roja ku AKP’a faşîst a Erdoganê dîktator hatiye desthilatdariyê li dijî gelê Kurd polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi berfirehî dewam kiriye. Erdoganê faşîst dema berxwedana bi rûmet a gelê Kurd neşikand, vê carê jî bi kîn û hêrsek mezin berê xwe da tevahî nirxên gelê Kurd. Mîna Dehaq, hewl dide bi mêtina xwîna gelê Kurd li ser piyan bimîne. Heta îro bêyî zarok ciwan guhdar bike bi hezaran Kurd qetil kirin, girtin, hewl daye bajarên wan tine bikin, hilbijartiyan bigirin. Ev jî berdewama polîtîkayên şerê qirêj ên Erdoganê faşîst e. Careke din nîqaşên ‘sêdarkirinê’ yên ku qestî jiyana Rêber Apo yê îrade û nasnameya gelê Kurd, îro û siberoja gelê Kurd e xist rojevê. Ev jî nîşan dide ku Erdoganê dîktator di polîtîkaya qirkirinê de sînor nas nake.
Sedema esasî ya êrîşên hikûmeta AKP’a faşîst a li dijî gelê Kurd ew e ku nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigre û çavkaniya xwe ji vê neşkandinê digre. Li Îmraliyê Rêber Apo li ber xwe dide! Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd li ber xwe dide! Li Rojava, Rojhilat, Başûr û Ewropayê jî gelê me bi heybet li ber xwe dide! Li çar parçeyên Kurdistanê şervanên Azadiyê li ber xwe didin! Azadiya gelê Kurd ku li ser navê siberoja tevahî gelên Rojhilata Navîn li ber xwe dide, ji her demê hê nêztir e. Ji ber ku sedema esas a ev êrîşên Erdoganê faşîst jî zeîftî û bêçarebûna wî ya li dijî vê berxwedanê ye.
‘EM NÎŞANÎ TEVAHÎ CÎHANÊ BIDIN’
Girtina hevşaredaran, tayînkirina qeyûman û herî dawî jî binçavkirina wekîlên ku bi îradeya gelê me hatine hilbijartin, îlana şerê navxweyî ye ku Erdoganê faşîst li dijî gelê Kurd daye destpêkirin. Pêwîst e gelê Kurd careke din nîşanî tevahî cîhanê bide ku wê bi berxwedanê bi ser keve û ti polîtîkayên faşîst qebûl neke.
‘EM BERÊ XWE BIDIN SAZIYÊN AKP’Ê!’
Wek gel ti tiştekî ku em ji dest bidin nîne, lê bi berxwedanê em ê îro û siberoja xwe ya azad bi dest bînin. Di serî de gelê Kurd ê li çar parçeyan û derveyî welat, divê tevahî derdorên demokratîk bêjin “roj roja bi berxwedanê serkeftinê ye, roj roja xwedîderketina li îradeyê, rûmetê ye” û çalakiyan li dar bixin. Ti Kurdên azad û bi rûmet divê ji îro û şûn de xwe bi çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyan mijûl neke, bi çalakiyên herî radîkat sîleya dîrokî li AKP’ê bide! Divê ciwan û jinên Kurd ji bo AKP’e ji Bakurê Kurdistanê bê qewitandin, berê xwe bidin tevahî sazî û hevkarên AKP’ê û serhildanan geş bikin. Pêwîst e li Bakurê Kurdistanê û tevahî metropolên li Tirkiyeyê gelê me ji îro û şûn de bêyî dudilî însiyatîfa pêşxistina çalakiyan bi kar bîne û Bakurê Kurdistanê ji bo AKP’ê bike dojeh.
Em careke din bang li gelê Kurd dikin ku ji bo azadî û rûmeta gelê xwe li her derê berxwedanê mezin bikin!”