Însiyatîfa Gel a Amedê: Pêwîst e gelê me li hember êrîşan rabe serhildanê

Însiyatîfa Gel a Amedê banga xwedîderketina li Licê, Sûr, Bismil û Farqînê kir. Însiyatîfê got, “Pêwîst e ti welatparêzek mal, kolan, taxa xwe terk neke ji navçeya xwe neçe” û xwest gel li her cihî derkeve kolanan."

Însiyatîfa Gel a Amedê banga xwedîderketina li Licê, Sûr, Bismil û Farqînê kir. Însiyatîfê got, “Pêwîst e ti welatparêzek mal, kolan, taxa xwe terk neke ji navçeya xwe neçe”, xwest gel li her cihî derkeve kolanan û got: “Eger em îro li ber xwe bidim em ê bi ser bikevin.”

Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Amedê de wiha hat gotin: "Di encama têkoşîna 40 salan a gelê me û tevgera me ya azadiyê pêş xist ku gelê xwerêveberiyên xwe îlan kir û xwest li Kurdistanê xwe bi xwe bi rê ve bibe, dewletê bi êrîşên topyekûn bersiv daye. Hikûmeta faşîst a AKP’ê bêyî ku hurmet bide nirx û hebûna gelê Kurd konsepteke êrîşa nemerd kiriye dewrê.”

'DIVÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN NEMERD BERXWEDAN BÊ PÊŞXISTIN'

Îmsiyatîfê bal kişand ser êrîşên li hember goristanên gerîlayan û ev xisûs hatin diyarkirin: "Li ti devera cîhanê êrîşên li hember goristanan nayên qebûlkirin. Hikûmeta AKP’ê ya faşîst biryara ku êrîşî hemû şehîdgehên li Kurdistanê bike girtiye. Herî dawî li Gimgimê şehîdgeh ji hewayê hatiye bombekirin û xerakirin. Pêwîst e gelê me li hember van êrîşên nemerdane li her cihî berxwedanê pêş bixe.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha însiyatîfê bal kişand ser terora dewletê ya li navçeyan û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP’ê ya faşîst dixwaze Amedê dorpêç bike. Li Bismil, Sûr û Farqînê bi îlana qedexeya derketina derve û cih bi cih ku bi awayekî fiilî derketina kolanan qedexe dike dikeve nav hewldanên komkujiyan. Dîsa tevayî rêyên ku diçin Licê girt û ket nav hewldana xerakirina şehîdgehê. Hewl dide gelê me yê li wan navçeyan dijî derxe û xebatên bêmirovbûnê dimeşîne. Li Bismil û Sûrê bi zanebûn êrîşî gel û zarokan dike, malan bombe dike û hewl dide gel bêzar bike.”

'PÊWÎST E KES CIHÊ XWE TERK NEKE; AMED LI DIJMIN BÊ TENGKIRIN'

Însiyatîfa Gel a Amedê got: " Pêwîst e ti welatparêzek mal, kolan, taxa xwe terk neke ji navçeya xwe neçe “ û ev bang kir: "Roj roja berxwedanê ye. Roja di barîkatan de mil bi mil li hember faşîzmê rawestîne. Pêwîst e her kes li her cihê lê derkeve kolanan. Divê xwedî li Licê, Bismil, Sûr û Farqînê derkevin. Li her cihî derkevin kolanan, deng derxin, meşan li dar bixin, barîkatan çêbikin, rêyan bigirin Amedê û kolanên wê li dijmin bên tengkirin.”