Înîsiyatîfa Gel a Amedê got: “Êdî ne dema daxuyaniyên çapemeniyê û meşên bêdeng e. Divê her kolan û qad bibin cihê şer. Em destê xwe li ber tu kesî venagirin û tiştek naxwazin, em ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ji bo me tu yasa derbasdar tune ne. Em dê bi temamî di çarçoveya berxwedaneke rewa de tevbigern.”
Înîsiyatîfa Gel A Amedê daxuyaniyek der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 64’emîn de weşand û diyar kir ku pêvajoya niha ji bo gelê Kurd pêvajoyeke jiyanî ye û got; “Pêvajoya niha ji bo gelê Kurd pêvajoyeke jiyanî ye û êdî dem hatiye ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê bê tacîdarkirin.”
JI BO XEBATKARÊN GELEMPERIYÊ BANG
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ketiye roja 64’emîn û grev bi beşdariya 10 hezaran girtiyan berdewam dike. Înîsiyatîfê got: “Divê gelê me greva birçîbûnê bi hildana ala berxwedanê serhildanê bide destpêkirin û bigire ser xwe.” Înîsiyatîfê bal kişand ku dewleta faşîst a AKP’ê li hemberî berxwedanê matmayî bûye, êdî nizane çi dike û got: “Ev yek nîşaneya tengbûn û tengezariyê ye.”
Înîsiyatîfê nerazîbûn nîşanî helwesta çapemeniya Tirk jî da û diyar kir ku li hemberî hemû çalakiyeke herî demokratîk polîs bi awayeke hovane êrîşê dikin û got: “Divê li hemberî van êrîşan li ser esasê parastina rewa hemû amûr, rê û rêbaz bêne karanîn.”
Înîsiyatîfê bang li personeleên gelemperiyê, mamoste û memûrên di daîreyên dewletê de dixebitin kir û got: “Êdî roj ew roj e ku li aliyê gelê xwe cih bigirin. Em bang li wan dikin ku dest ji hevkariya vê zilmê berdin. Hê ne dereng e, em bangî wan dikin ku tevlî jiyana bi rûmet bibin. Poşmaniya we nikare pêşiya ezabê wijdana we bigire, ev gel we efû nake. Roj roja yekitiyê ye.”
YASA NE DERBASDAR IN
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku dengê ji zîndanan bilin dibe, dengê Mazluman, Kemalan û Xeyriayn e û got; “Berxwedana îro ya zîndanê dê Rêber Apo û gelê Kurd azad bikin. Roj roja berxwedan û serhildana topyekun e.”
Înîsiyatîfa Gel a Amedê got: “Êdî ne dema daxuyaniyên çapemeniyê û meşên bêdeng e. Divê her kolan û qad bibin cihê şer. Em destê xwe li ber tu kesî venagirin û tiştek naxwazin, em ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ji bo me tu yasa derbasdar tune ne. Em dê bi temamî di çarçoveya berxwedaneke rewa de tevbigern.
Înîsiyatîfê bang li jin û jinan kir ku bi rêxistinên xwe ve pêşengiya gelê Kurdistanê bikin û got: “TIŞTEK KU EM WENDA BIKIN TUNE YE. Ji ber vê jî divê em qêrîna ji zîndanna bilin dibe bigihînin qadan.”