ÎHD’a Amedê bi armanca ku ji bo grevên birçîbûnê yên ku ketin roja 66’an hestiyariyê biafirînin ji 150 endamên xwe yên Federasyona Mafê Mirovan a Navnetewî (FIDH) ya ku li 100 welatî heye re name şand. Di nameyê de der barê rewşa girtiyan de agahî hat dayîn û ji FIDH’ê ji bo ku di cîhanê de rayagitşî ava bike alîkarî xwest.
ÎHD’a Amedê ji bo grevên birçîbûnê banga xwe ya ji bo sazî û lijneyên navnetewî didomîne. Berê bang li Rêxistina Efûyê ya Navnetewî kiribû û îro jî ji bo 150 endamên Lijneya mafên mirovan yên 100 welatî re name şand. ÎHD li ber Postaxaneya Sûrê hat civiya û pankarta ‘Em pêngaveke din nêzî mirinan dibin, Girev di roja 66’an de ye, em naxwazin mirin çêbibin’
Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî beriya nameyan bişînin axaftinek kir û diyar kir ku grev hatine asteke krîtîk û got divê hemû kes bi hestiyar tevbigire. Bîlîcî da zanîn ku bi vê armancê nameyê ji lijneyên navtewî re dişîne û got hewl didin hestiyariyê biafirînin.
Bilîcî da zanîn ku hikûmet helwesta xwe ya di grevên birçîbûnê de didomîne û got ji geşedaneke neyînî yên li girtîgehan hikûmet berpirse. Piştî axaftinan nameyên bi îngîlîzî hatibûn amadekirin şandin.