ÎHD'ê bang li Iraq û NY kir

ÎHD'ê di serdana wargehên li Hewlêr û Mexmûrê de bang li hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên penaberan bi berpirsyarî rabin.

ÎHD'ê di serdana wargehên li Hewlêr û Mexmûrê de bang li hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên penaberan bi berpirsyarî rabin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), encamên hevdîtinên xwe yên li paytexta Kurdistana Federal Hewlêrê, Mexmûr û Qendîlê, aşkera kir.

Heyeta ÎHD'ê, Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Başûrê Kurdistanê ziyaret kir û der heqê rewşa wargehan de agahî stend.

Li gorî vê yekê, li Başûrê Kurdistanê ya xwedî nifûsa 5 mîlyonî, nêzî 2 mîlyon kesî xwe lê girtiye. Piraniya van jî Ereb û Tirkmen in. Komîsyonê ji heyeta ÎHD'ê re ragihand ku ev 8 meh in ew ji hikûmeta navendî alîkariyê nagirin û ji bo penaberan ji Tirkiyeyê jî alîkarî xwest.

Heyetê wargeha penaberan a Baharke ya li nêzî Hewlêrê ziyaret kir û bal kişand ser kêmasiya di binesaziya kampê de.

'BILA NY BERPIRSYARIYÊN XWE BICIH BÎNE'

Heyeta ÎHD'ê bi Hevşaredarên wargeha Mexmûrê, rayedar û şêniyên wargehê re hevdîtin kir. Mexmûriyan dan xuyakirin ku mafê wan ê gera serbestî, gelekî kêm e. Mexmûriyan ji heyetê re diyar kirin, ku ew di her kêliyê de bi êrîşê re rû bi rû ne û destnîşan kirin ku yekane temînata wan gerîlayên HPG/YJA Star in.

Di raporê de hat gotin, "Gelê Mexmûrê gazin kiriye, ku NY bi berpirsyariyên xwe ranabe."

Heyeta ÎHD li dû Mexmûrê derbasî Qendîlê bû û bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik re hevdîtin kir.

Hevserokên KCK'ê ji heyetê re ragihand ku pêvajoya aştiyê bi hewldanên Ocalan dewam dike û destnîşan kirin, ku AKP mîna ku pirsgirêkê çareser dike xwe nîşan dide, lê di rastiyê de çareser nake.

'JI BO PENABERAN BI BERPIRSYARÎ RABIN'

Heyetê di beşa encamê ya raporê de cih da pêşniyaran û ji hikûmeta navendî ya Iraqê û civaka navneteweyî xwest, ku ji bo penaberên li Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir bi berpirsyarî rabin.

ÎHD'ê da zanîn, ku ji bo parastina herêmê ji gefên DAIŞ'ê, pêwîstiya hemû rêxistinên di karê parastinê de cih digirin bi koordînasyonek hevpar heye û got, "Em dixwazin destnîşan bikin ku gerîlayên PKK/HPG ên li dijî gefên DAIŞ'ê Herêma Kurdistana Iraqê diparêzin divê vî karê xwe dewam bikin û bi hêzên pêşmergeyan re xebateke koordîneyî ya parastinê bimeşînin."

ÎHD'ê ragihand ku divê pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê were cesaretkirin û pêşvebirin, PKK a li Sûriye û Iraqê li dijî gefa DAIŞ'ê têdikoşe li qada navneteweyî rewşa wê bê nîqaşkirin û pozîsyoneke siyasî ya li gorî vê yekê ji nû ve bê diyarkirin.

ÎHD'ê ji Komîseriya Bilind a Penaberan a NY xwest, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li wargeha Mexmûrê, hîn bêhtir tedbîran bigire û got, "Em dixwazin destnîşan bikin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî û civakî yên li wargehê divê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê, roleke çêker bilîzin."

ÎHD'ê diyar kir ku girîng e pêvajoya çareseriyê bi zelalî were meşandin û got, "Di çarçoveya pêvajoya aştî û çareseriyê de, ji aliYê civakîbûna aştiyê ve ji bo rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk hîn bêhtir însiyatîfê werbigire, pêwîste bêhtir werin agahdarkirin."