ÎHD’a Bedlîsê: Malbatên cerdevanan serî li me da

ÎHD’a Bedlîsê: Malbatên cerdevanan serî li me da

Gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Çeltîlî ya Bedlîsê kotrola rê kirin û 6 cerdevan binçavkiribûn. Malbatên cerdevana serî li ÎHD’ê da. Serokê ÎHD’a Bedlîsê Hasan Ceylan diyar kir ku, malbatên cerdevanan bi telefonê li wan geriyane. Waliyê Bedlîsê Nurettîn Yimaz jî ku bûyer piştrast kir, xwest ku rojnameger bûyerê ‘nenivîsinin’.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin duh nêzî demjimêrên 16.30 li nêzî Gundê Çeltîklî ya Bedlîsê li taxa Hemkokê gerîlayên HPG’ê rê kontrolkirine û çend wesayît dane rawestindin. Di wesayîtan de cerdevan hebûn. Di kontrola nasnameyan de muxtarê gund û cerdevan Arafat Melek, cerdevan Îlyas Demîr, Davut Melek, Fesîh Bodur, Siddik Bodur û Burhan Çapar binçavkirin. Gerîlyan piştre wesayîtek agir berdanê û ji cihê bûyerê veqetiyan.

ÎHD: MALBATÊN CERDEVANAN BI TELEFONÊ LI ME GERIYAN

Serokê ÎHD’a Bedlîsê Hasan Ceylan da zanîn ku malbatên cerdanan piştî bûyerê bi telefonê li wan geriyane û bûyer piştrast kirin. Ceylan got kul ê bi awayekî nivîskî serlêdan çênebûye û ji ber vê jî nekarin tiştekî bikin û got li herêmê operasyon didome.

WALÎ PIŞTRAST KIR LÊ NEXWEST BÊ NIVÎSANDIN

Rojnamegeran ji bo mijarê xwe gîhan Waliyê BedlîsÊ Nurettîn Yilmaz. Yilmaz bûyer piştrast kir û got derbarê herjmarê de agahiyek zelal tune û jiber vê jî xwest rojnameger heta daxuyaniya fermî neyê dayîn titşekî nenivîsinin. Hinek rojnamegerên Bedlîsê gotin ku dibe ku hejmara cerdevana 8 be.

Piştî ku bûyerê rû da li herêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.

TEVLI OPERASYONA KU 15 GERÎLAYÊN JIN JIYANA XWE JIDEST DABÛN BIBÛN

Di vê navberê de hate hînbûn ku cerdevanên ku htine binçavkirin di 23’ê adarê de tevli operasyona ku 15 gerîlayên jin jiyana xwe ji dset dabûn, bibûn.