Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi armanca balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya find hilkirinê li dar xist.
Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64'emîn de berdewam dike û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî ji bo balê bikşîne ser çalakiya girtiyan çalakiyên xwe didomîn e. Koma di nav de rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî hene şevê din li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê find hilkirin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, rêveberên ÎHD'ê û endamên ÎHD'ê tevlî çalakiyê bûn. Piştî çalakiyê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku êdî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di asta talukeyê de ye û divê raya giştî hêj bêtir bihestiyar be. Bîlîcî, anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên mafdar û mirovahî ne û heke daxwaz bên qebûlkirin dê xwîn bê rawestandin.
'EV MIROV LÎSTIKÊ NALÎZÎN'
Bîlîcî, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên têkildarî çalakiyê de şowê dikin da û wiha axivî: "Ez dixwazim bang li Birêz Erdogan bikim. Berê xwe bidinê li vê girtîgeha em niha lê şov nayê kirin û lîstik nayên lîstin. Li ser jiyana mirovan lîstik nayê lîstin. Êdî vê yekê fêm bikin. Mirovên hun jê re dibêjin şovê dikin li ber sînorê mirinê ne. Berê ji ji çalakiyên wisa re heman gotin hatibûn gotin. Lê wan mirovan jiyana xwe ji dest da. Hemû kesî dît ku şov nekirin. Êdî hûn ji dest ji van gotinan berbidin. Ji bo ev greva bi dawî bibin kedê bidin."
Pişt re ÎHD'iyan li ber girtîgehê find hilkirin û nîv saetê çalakiya rûniştinê li dar xistin.