Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya ku ji bo şopandina mafên mirovan ên piştî cuntaya 12'ê Îlonê 1980, 17'ê Tîrmehê 1986'an hate avakirin, niha 26 salî ye. Komaleya ku bi raporên amade dike rûyê rasteqîn a dewletê derdixe holê, gelek caran bûye hedefa dewletê û gelek endam, rêvebirên komaleyê hate qetilkirin û girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku hîn jî di bin zextan de xebatên xwe dimeşînin û wiha got: "Endam û rêvebirên me ji aliyê îşkencekarên ku ji aliyê ÎHD'ê hate deşîfrekirin, hatine qetilkirin."
Piştî cunaya 12'ê Îlonê 1980 ku di dîroka Tirkiyeyê de wekî rojekî reş bû, gelek rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, xwendekarên zanîngehan û welatî hatibûn binçavkirin, girtin û rastî cezayên girtîgehê hatibûn. Di vê pêvajoyê de di serî di li girtîgehan di gelek cihên welat de kuştin pêk hatin, partî, komale, sendîka yên muxalîf hatibûn girtin, rêvebirên wan jî xistibûn girtîgehê. Di vê demê de ji bo binpêkirina mafên mirovan bişopîne û derbarê vê de agahî bide rayagiştî çend malbatên girtiyan hatin cem hev û biryara avakirina Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.
Nivîskar, rojnameger, bijîşk, parêzer, mîmar û endezyar jî di nav de 98 parêzvanên mafên mirovan ku ji cuntayê zerar dîtibûn, di 17'ê Tîrmehê 1986'an de ÎHD ava kirin. Komale ji roja ku hate avakirin heta niha ji bilî bi pirsgirêkên girtiyan têkildar bibe, ji bo dermankirin û belgekirina kesên îşkence dîtiye jî xebitî. Ji bo vê yekê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) hate avakirin. ÎHD'ê di 24'ê Cotmehê 1922'an de civîna xwe ya Lijneya Giştî pêk anî û pêvçûna ku ji sala 1984'an û pê ve di nava PKK'ê û devletê diqewimî, wekî şer bi nav kir û bang li aliyan kir ku li gorî Peymannameya Cenevre ya şer bibin.
ŞAX HATIN GIRTIN, ENDAM Û RÊVEBIRÊN WÊ HATIN QETILKIRIN
ÎHD di salên 1990'an ku şer gelek dijwar derbas dibû de derbarî gundên hatine şewitandin de raporên gelek berfireh amade kirin û pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) kirin. Der barê gelek endam û rêvebirên ÎHD ji ber hestiyariya wê ya pirsgirêka kurd de doz hatin vekirin û gelek şaxên wê ji bo demekî hatin girtin. Di heman demê de ji ber zext û gef xwarinê li herêmê 13 şaxên wê hate girtin. Navên endam û rêvebirên ÎHD'ê yê ku hatine qetilkirin wiha ye: Endamê Sazûmankar a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Vedat Aydin, Endamê Lijneya Rêvebiriya Navendî (LRN) Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Siddik Tan, Endamê LRN'ê ya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Îdrîs Ozçelîk, Endemê LRN'ê ya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Kemal Kiliç, Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Orhan Karaagar, Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Erzîngan Cemal Akar, Nûnerê ÎHD'ê ya Tetwanê Şevket Epozdemîr, Serokê ÎHD'ê ya Elazîzê Metîn Can, Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Xarpêtê Hasan Kaya, Endamê Sazûmankar ya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Muhsîn Melîk û Endama Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Îkram Mîhyas, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Çewlîgê Ridvan Kizgin.
'ÎŞKENCEKARÊN KU JI ALIYÊ ÎHD'Ê HATIBÛN DEŞÎFREKIRIN GELEK HEVALÊN ME QETILKIRIN'
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku komale di sala 1986'an de ji ber pêdiviyan hatiye amadekirin û bilêv kir ku wê demê binpêkirina mafê jiyanê dihate jiyandin. Bîlîcî diyar kir ku komale ji roja ku hatiye avakirin heta niha her tim rastî zextan hatiye û da zanîn ku komale ji ber rûyê rasteqîn derxistiye holê ji aliyê dewletê ve hedef hatiye girtin. Bîlîcî destnîşan kir ku ÎHD'ê ji sala 1988'an û pê ve hemû binpêkirina mafên mirovan ên li herêmê rapor dike û wiha got: "Hîn jî raporên gelek kesên ku di encama îşkenceyê hatine qetilkirin. Ev yek jî dewletê gelek aciz kiriye. Îşkencekarên ku ji aliyê ÎHD'ê hatine deşîfrekirin gelek hevalên me qetilkirin. Bi îşkenceyê înfaz kirin. Lê dewlet tu carî vê yekê fêm nekir; li hemberî zext, zor, şîdeta ku li ser me meşandin me paş de gav neavêt. Me soz daye rêhevalên xwe û gelê xwe."
'ÎTÎRAZÎ RAPORAN NEKIRIN, JI BER KU WEHŞET LI BER ÇAVAN BÛ'
Bîlîcî diyar kir ku derbarî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiye û herêmê rapor amade dikirin û dewlet jî ev raporan bi awayekî baldar dişopand lê îtîraz nedikirin û wiha got: "Ji ber ku wahşet li ber çavan bû. Me raporên xwe bi YE, DYA, Îngîlîstanê û gelek sefîrxaneyan par ve kir. Ev yek jî dewletê aciz dikir. Jiber vê yekê xwestin komaleya me îlegalîze bikin û rêvebirên wan wekî endamên rêxistinekî nîşan dan û girtin. ÎHD niha endamê Konfederasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDEHAŞ), Tora Mafê Mirovan a Ewropa û Koalîsyona Dadgeha Ceza yê Navneteweyî ye. Hemû tiştên ku diqewimin di heman demê de em bi van rêxistinan jî par ve dikin."
MIROV HÎN JÎ TÊN QETILKIRIN, DI GIRTÎGEHAN DE BI SAXÎ TÊN ŞEWITANDIN
Bîlîcî anî ziman ku têkoşîna parastina mafên mirovan 26 sal in didome, lê hîn jî binpêkirin tên jiyandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komale ji bo girtîgehê hatibû avakirin. Em lê dinêrin niha jî li girtîgehan de pirsgirêk didomin. Di girtîgehan de komkujî didome, mirov bi saxî tên şewitandin. Di wesayîtên girtîgehê de (rîng) mirov bi saxî tên şewitandin. Di girtîgehê de mirov ji bo nayên dermankirin dimirin. Kuştinên kiryar ne diyar tune ne gelo? Di sala 2011'an de 129 mirovên sivîl hatine qetilkirin. Îşkence sekiniye gelo? Na ! Bi rastî dema mirov salên 90'î û 2012 tîne pêşberî hev tu guhertin tune ye. Heke li welatekî saziyên mafên mirovan hîn jî ji bo mafên nifşên yekemîn têkoşîn bide, tê wê wateyê ku li wir tu tişt nehatiye guhertin."