Hate îdîakirin ku di pevçûna li bajaroka Hêşetê ya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê 4 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bi dest xistin di navbera leşker û gêrîlayên HPG’ê de li bejahiya bajaroka Hêşetê ya navçeya Xizanê ya Bedlîsê pevçûn qewimî. Hate îdîakirin ku di pevçûnê de 4 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da. Operasyona li herêmê berdewam dike.