Hunermendan piştgirî dan wekîlên di greva birçîbûnê de

Hunermendan piştgirî dan wekîlên di greva birçîbûnê de

Hunermend, lîstikvan û derhinerên kurd hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li avahiya KCD’ê. Hunermendan beriya serdanê li ber derê avahiya KCD’e devê xwe band kirin û çalakiya rûniştinê lidarxistin.

Di 63’emîn ya çalakiya greva birçîbûnê de hunermen, lîstikvan û derhinerên kurd hatin serdana parlamenter û şaredarên li avahiya KCD’ê dest bi greva birçîbûn kirine.

Hunermendan beriya serdanê li ber avahiya KCD’ê li hev civiyan û piştî devê xwe band kirin çalakiya rûniştinê ya bêdeng lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê kom ket hundir û çalakgerên grevê ziyaret kir. Di ziyaretê de Endamê Meclîsa Dayîmî ya KCD’ê Seydî Firat hunermend pêşwazî kir û ji ber serdana wan spasiyên xwe pêşkeş kir.

Firat kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û wiha axivî: “Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan rûyê dewletê yê metînger deşîfre kiriye. Li qada navnetewî û li her derê çalakiya me encamên baş derxistiye holê. Em we serbikevin. Ew dê têk biçin. Baweriya me temam e. Divê gelê me li derva bi her çure çalakiyê piştgiriya xwe xurt bike. Ez spasiyên xwe ji hunermendan re pêşkeş dikin.”

Piştî Firat Hunermend Turan Şengûl li ser navê hunermendan serkeftin ji çalakgeran xwest û piştigiriya hunermendan anî ziman.