Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di encama şer û pevçûnên li bajarên Wan, Osmaniye û Sêrtê di navbera gerîlayana û artêşa Tirk de qewimîn de herî 3 kêm polîs û 4 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 18'ê Tîrmehê de li navçeya Ýslahiya Dîlokê li dijî şantiyeke şîrketê ya riyên bi armanca leşkerî çêdike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dozer, 2 kemyon û traktorek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.”
HPG’ê ragihand ku di 19'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-22.30'ân de di navbera navçeya Şaxa Wanê û Berwariya Sêrtê ji gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.
LI OSMANIYEYÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 20'ê Tîrmehê de di saet 17.40'an de li Osmaniyê li derdora gundê Cebelê di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin. Dijminê bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Operasyona di li herêmê hîn jî di navbera Osmaniye û navçeya Hasanbeylî hîn jî berdewam dike.”
LI DIHÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG’ê ragihand ku di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera gerîla û leşkerên artêşa tirk ên li herêma Mişarê derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye û got; “Di encama pevçûna di saet 12.00'an de qewimiye 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara birîndarê wan jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterêm kobrayan li dijî herêma Sûskê ya bi ser Mişarêye hatiye bombekirin, di encama bombebaranê de li herêmê şewat derketiye. Şewata li herêmê hîn jî berdewam dike. Piştî bombebaranê de dijmin hêza xwe, kuştî û birîndarê xwe bi helîkopteran ji herêmê dûr xistiye.”
3 POLÎS HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 20'ê Tîrmehê de di saet 20.30'an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî Muduriyeta Emniyetê û nîzamiya wê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 polîs hatine kuştin, polîsek jî bîrîndar bûye.”
HPG’ê got; “ Di 20'ê Tîrmehê de di saet 20.00'an de li navçeya Qisleya Dersimê li dijî paleyên Hakîs, Mala Xebat û Hingirvanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li ser xeta sînor li di navbera 2 helîkopterên kobra û skorsyek ên xwestine sînor derbas bike û hat gotin; “Di navbera wan û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de helîkopter naçar maye peş de vekişe. Piştî pevçûnê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 18'ê Tîrmehê de li navçeya Qisleya Dersimê ji aliyê artêşa dagirker a tirk şewata li daristana Deşt hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
HPG’ê bal kişand ser êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî û got; “Ji 18'ê Tîrmehê û vir ve him bi roj him jî bi şev bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî herêmên Çiyareş û Şikefta Birîndara yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tên bombekirin.”