HPG: Li Şemzînanê 13 li Agiriyê 15 leşker hatin kuştin

HPG: Li Şemzînanê 13 li Agiriyê 15 leşker hatin kuştin

Di encama pevçûnên ji ber operasyonên artêşa Tirk li Bakûrê Kurdistanêdaye destpêkirin li Şemzînanê 13 û li Bazîdê jî 15 leşker hatin kuştin. Di van pevçûnan de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û gerîlayek jî bi saxî dîl hat girtin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) îdîayên artêş û çapemeniya Tirk ku digotin li Şemzînanê zêdetirê 50 kes jiyana xwe ji dest dane derewand. HPG-NÇRê da zanîn ku di van pevçûnan de 13 leşker hatin kuştin û diyar kir ku di van pevçûnan de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û gerîlayek jî dîl hatiye girtin.

HPG-NÇRê ragihand ku artêşa tirk 8'ê Mijdarê bi beşdariya bi hezaran leşkeran li bejahiya Şemzînanê dest bi operasyonekê kiriye û danê sibê, hewl daye li girê Silor bi cîh bibe. Li gorî daxuyaniyê gerîlayên HPG'ê, saet 8 û nîvê sibê, li dijî van hêzên operasyonê çalakî lidarxistine û di encamê de 9 leşker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

HPGê ragihand ku di heman saetan de, li herêma Xapuşkê jî yekîneya artêşa tirk ku xwest pêşde biçe, rastî parastina gerîlayan hatiye û di vî şerî de jî çawîşekî pispor hatiye kuştin, 1 jî birîndar bûye.

Hat gotin jî ku saet 3'ê piştî nîvro jî, dîsa li heman herêmê, di encama çalakiya gerîlayan de leşkerek û 9'ê Mijdarê jî li girê Dêm jî 2 leşker hatine kuştin. Artêşa tirk 10 Mijdarê neçar ma paşde vekişe. Li gor daxuyaniyê, di şerên 3 rojan de, bi giştî 13 leşkerên tirk hatin kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Di van şeran de, her wiha 2 gerîlayên HPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan û gerîlayek jî bi birîndarî dîl kete destê artêşa tirk.

Li gor daxuyaniyê, gerîlayên jiyana xwe ji dest dane Ezîz Nûrî, bi nasnav Newzad Seqiz yê ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Seqiz û Emîne Salmî, bi nasnav Asrîn Denîz a ji Mêrdînê ne. HPG-NÇRê, îdîaya çapemeniya tirk ku dibêje di şerê Şemzînanê de 52 gerîla hatine kuştin, wekî derew û beşek ji şerê taybet binavkirin.

HPGê di derbarê operasyona artêşa tirk a li Agiriyê de jî agahî dan. Li gor vê yekê, li herêma Agirî, li Demîrkapi û Kirê Helaç, 10'ê Mijdarê artêşa tirk operasyonek pêk anî û heman rojê, gerîlayan li dijî hêzên vê operasyonê çalakiyek li dar xistine. Tê gotin ku di encama vê çalakiyê de 15 leşkerên rejîma tirk hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên HPGê di vê çalakiyê de jî 2 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane ku yek jê Înan Kaymaz, bi nasnav Baran Serhat ê ji Erdexanê ye.

HPGê diyar kir ku piştî nasnameya gerîlayê din hate tespîtkirin, ewê ji raya giştî re eşkere bikin.