HPG: Li Şemzînanê 30 leşker hatin kuştin, 6 gerîla şehîd ketin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate lidarxistin, zêdetirî 30 leşkeran mirine û 6 gerîlayan ji jiyana xwe ji dest dane.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 8 gelawêjê 2016, 14:39
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê agahî parve kirin, daxuyand ku kêmahî 30 leşker hatin kuştin, her wiha nasnameyên 6 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane jî ragihand.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“5’ê Tebaxê hêzên me li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê yên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin. cenazeyên leşkerên artêşa TC domahiya 2 rojan li gir ma. 7’ê Tebaxê saet 13.00’an piştî artêşa TC miriyên xwe bi hêstiran ji gir danî, dûvre bi gelek ambûlansan ve cenazeyên xwe birin nexweşxaneya li Şemzînanê û ev nexweşxane dorpêç kiriye. Li gor agahiyan, zêdetirî 30 miriyên artêşa TC hene. Di vê çalakiyê de 6 gerîlayên me bi şerekî lehengî gihiştine şehadetê.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Bedran Soretanî
Nav û Paşnav: Fatih Karahan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Fehîme - Firat
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
***
Nasnav: Celal Çele
Nav û Paşnav: Hûrşît Ayar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Esmer - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
***
Nasnav: Demhat Gerdî
Nav û Paşnav: Reber Taş
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Leyla - Haşim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
***
Nasnav: Dîcle Avaşîn
Nav û Paşnav: Azîze Onkol
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Yildiz - Ekrem
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
***
Nasnav: Riha Gabar
Nav û Paşnav: Silava Alî
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik û Bav: Zelîha - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
***
Nasnav: Firat Colemêrg
Nav û Paşnav: Eyup Yaya
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Gul - Zekerya
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg”