HPG: Li Payîzavayê ne leşkere, 5 leşker hatin kuştin

HPG: Li Payîzavayê ne leşkere, 5 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di encama pevçûna li navçeya Payîzava ya Wanê qewimî de ne leşkerek tenê, 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pevçûna di 18’ê tîrmehê de li naveçya Payîzava ya Wanê qewimî de 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê pevçûnê de ev agahî da; “Di 18'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê li nêzî Gundê Semtxanê li di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye.Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerê dijmin hatine kuştin, 3 leşker birîndar bûne, wesayiteke leşkeran jî hatiye rûxandin. Dijmin piştî pevçûnê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan û panzêran bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmên dûr xistiye. Piştî pevçûnan operasyona li herêmê hatibû destpêkirin li derdora gundên Zorava, Semetxan, Zaxê û Panemîrê hîn jî berdewam dike.”