Gerîlayên HPGê li navçeya Licê ya Amedê li dijî qereqola Angulê çalakiyeke fedayî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 42 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) da zanîn “ Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Harûn, Şehîd Armanç û Şehîd Ronahî de li dijî qereqola Angûl a bi ser navçeya Lîcê ya Amedê ve ye ji aliyê gerîla yên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin.”
HPG-NÇRê der barê çalakiyê de ev agahî da: “Di 16’ê Mijdarê de di saet 05.45’an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî qereqola Angûlê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê bi çekên girân û ferdî gule reşandine ser qereqolê, li pêşiya nîzamiya qereqolê jî wesayiteke 4 ton teqemenî barkirî teqandine. Di encama teqîna dijwar de eniya pêş a avahiya qereqolê, 10 çeper, tankek û çepereke çeka A4, cebilxaneya qereqolê û konteynirên li derdora qereqolê rûxiyane, avahiya qereqolê û avahiyên li derdora wê şewat girtiye û şewitîne, ji bilî du çeperên li dawiya qereqolê hemû çeper ruxiyane.
Yên ji aliyê me hatine zelalkirin li qereqolê 36 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Dijmin ji bo zirara mezin a qewimiye veşêre qereqol bi birandayan veşartiye, riya Çewlik û Amedê jî heta danê nîvro li çûn û hatinê girtiye. Artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskya, bi skorskyên embûlans, 5 embûlans û bi wesayitên sivîl kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
Di saet 07.30’an de li dijî herêmên Angûl, Dêrkam, Huseynik, Panav, Dêrxus û Cînezorê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê hêzên operasyonê şopandine di saet 09.30’an de li dijî 2 baskên dijmin di navbera Cînezor û Dêrxus de çalakiyek lidarxistiye. Di encama vê çalakiyê de 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, hejmara birîndarê wan jî nehatiye zelalkirin. Artêşa dagirker a tirk ê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya û wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye. Operasyona li herêmê di saet 16.00’an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.”
LI QILABANÊ ÇALAKÎ
HPG-NÇRê da zanîn ku 15’ê Mijdarê di saet 13.30’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li neqeba Sinehtê li dijî 2 dozerên artêşa “dagirker” a tirk ên rê çêdikirin ji aliyê gerîlayan ve hatine lêdan û di encama vê çalakiyê de dozerek hatiye rûxandin, dozerek jî derbe xwariye.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
HPG-NÇRê aşkere kir ku 15’ê Mijdarê di navbera saet 22.00-22.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş, Gundê Bêtkarê û Geliyê Ava Zapê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.