HPG: Li Geverê 2 çawişên pispor hatin kuştin

HPG: Li Geverê 2 çawişên pispor hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan di 16’ê tîrmehê de li navçeya Gevera Colemêrgê pêk hat de herî kêm 2 çawişên pispor hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakiya li Geverê ji aliyê gerîlayan ve hat lidarxistin de 2 leşker hatin kuştin û li Hatayê ocaxek a kirêcê ji aliyê gerîlayan ve hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 16'ê Tîrmehê de di saet 16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li taxa Esendereyê li dijî yekîneyeke tevgera taybet ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de 2 çawuşên pispor hatiye kuştin, wesayit a wan jî hatiye rûxandin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 16'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nêzî Gundê Akarca ocaxeke kîrecê ya girêdayî Febrîqeya Hesin-Pola ya Îskenderûnê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dozer ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand; “Di 16'ê Tîrmehê de li navçeya Elbaka Wanê li derdora gundê Xalkavanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de wesayiteke aqrep a zirxî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe yê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi helîkoperên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

Di axuyaniyê de hat gotin ku di 17'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Heftenîn û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye hatiye bombebarankirin.