HPG: Li Colemêrg û Mûşê 7 leşker hatin kuştin

HPG: Li Colemêrg û Mûşê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî –Ragihandina HGP’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayên li Mûşê û navçeyên Çelê û Şemizînan ên Colemêrgê de herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. Her wiha, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Şemizînanê 2 wesayît hatine rûxandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Mûş û navçeyên Colemêrg Çelê û Şemizînan de daxuyaniyek da.

LI ŞEMIZÎNANÊ 2 WESAYÎT HATIN RÛXANDIN

HPG’ê got; “Di 17’ê Gulanê de di saet 16.30’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqola Rûbarokê bi topên hewanê hatiye bombekirin. Di encama çalakiyê de çawuşeke pispor û astsubayek hatiye kuştin 3 leşker jî birîndar bûye. Herweha 2 wesayitên leşkerî jî hatine rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, hewan û obusan li dijî çiyayên Govendê hatiye bombekirin.

LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 17’ê Gulanê de di saet 04.30’an de li navçeya Çelêya Colemergê li derdora Gundê Talisa li dijî yekîneyeke taybet ji aliyê gerîlayên me ve 2 çalakiyên cûda hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya yekemîn de 4 leşker hatine kuştin. Di encama çalakiya duyemîn de pevçûneke demkurt qewimiye lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker tirk ve li dijî Girên Garêya biçûk û mezin û herêma Ertûşa bi ser navçeya Çelê ye bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

LI MÛŞÊ ÇALAKÎ

HPG’ê der barê çalakî û operasyona li Mûşê de jî got; “Di 13’ê Gulanê de di saet 23.,30’ân de li Mûşê li herêma Şenyayla bi daxistinan, li dijî Gundê Dara Biyê ya bi ser herêma Kozmêyê ye bi wesayitên zirxî ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersyonek hatiye lidarxistin. Di 14’ê Gulanê de di saet 11.30’an de li Gundê Badinê û navserên Şehîd Xelîl li dijî cerdewan û yekîneyên taybet ên tevlî operasyonê bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Artêşa dagirker a tirk ê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan naçar maye ji herêmê dûr bixînin. Di 15’ê Gulanê de di 19.30’an de li quntarên Kozmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Leşkerê dijmin ê nekarî ji bejahî de pêş ve biçe li herêma Kozmê û Kaniyê Kewê bi cîh bûye û li dijî zozanên Serê Spî, Rayle, Kerenganê û Oberkayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan, tank, hewan û obusan hatiye bombekirin. Operasyona cerdewanên Kizilagaç û Solxana Çewlikê, Gundên Kiyê û Badika yên navçeya Qulpa Amedê jî tevlê bûye berfireh dibe û berdewam dike.”