HPG’ê ragihand ku, li navçeya Çelê ya Colemêrgê duh çalakiya ku ji aliyê gêrîlayan ve hatiye pêkanîn 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê, “di 18'ê Gulanê de di saet 16.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî qereqola 49'an ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.”
HPG’ê aşkera kir ku, “ji 17'ê Gulanê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê bi 150 wesayitan leşker û cebilxane ji bo Fermandariya Tugayê û Alaya Bilicanê tên veguhestin.”
8 MAKÎNEYÊN KAR HATIN ŞEWITANDIN
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku, “di 17'ê Gulanê de di saet 19.30'an de di navbera Sêrtê û navçeya Basaya Şirnexê ji ber avakirina bendava Ýlisuyê riya di bin avê de dimîne, ji bo alternatîfa wê şantiya ku rêya di xeta Basa-Bilicûna -Dihê de çêdike 8 wesayitên wê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin.
Di aliyekî de cewherê xweza û dîroka Kurdistanê texrîp dikin, ji aliyê din jî ji bo tunekirina gerîlayên me her cure xebatên rê, bendav û hwd. ên xizmetê armancê dijmin dike wê ji bo me hedefê çalakiyane. Wê li dijî van cihan çalakiyên me berdewam bikin.”
LI ŞIRNEXÊ PEVÇÛNÊN TUND
HPG’ê destnîşan kir ku, “di 17'ê Gulanê de li navçeya Qilabana Şirnexê li ser xeta sînor ji aliyê artêşa dagirker ya tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Ji 17'ê Gulanê û vir ve li vê herêmê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin pevçûnên dijwar diqewimin. Di derbarê operasyona teknîka zêde jî tê bikaranîn di rojê pêş de wê agahî were dayîn.”
BOMBEBARAN KIRIN DIDOMIN
HPG’ê di derbarê bombebaranên li ser herêm parastina medyayê de jî agahî dan û diyarkir ku, “di 18'ê Gulanê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Derelokê li dijî herêma Çiyayê Reş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Heman rojê di navbera saet 13.30-17.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî Gundên Erbîş, Ertûş, Petrot, Girê Guvenlik, Keleya Ertûşê, Garêya Biçûk û Cîloyê bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”