Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser rewşa dawî ev agahî da:
DI ÇALAKIYÊN LI BEDLÎS DE 5 LEŞKER MIRIN
"Roja 3'ê Tebaxê, artêşa TC yekîneyên xwe yên nepen li bejahiya navçeya Xîzan a Bedlîsê bi cih kir. Hêzê me di 5'ê Tebaxê de li hmeberî leşkerên li girê Milaevdî yê Xîzanê bi cih bûbûn çalakiyên sûîqestê pêk anîn û di encamê de 2 leşker mirin. Leşkeran dûre bi çekên giran gule li derdora xwe reşandin. Di êvara heman rojê saet di 19:30 de, dema leşkeran xwe ji herêmê vedikişandin, hêzên me kemîn danîn pêşiya wan û ji nêz ve li leşkeran dan. Li vê derê 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî li hemberî tecrîda li ser Rêberê me hatiye lidarxistin.
LI WANÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ YA GERÎLAYÊN YJA STARÊ: LEŞKEREK MIR
Hêzên me yên YJA Starê, roja 6'ê Tebaxê saet di 07:00 de, li hemberî leşkerên li qereqola Tingê ya li navçeya Şax a Wanê çalakiya sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
Ev 2 roj in artêşa TC li ser pirên Hejhejok, Tizîzê û Xunka yên navçeya Şaxê kemînan datîne.
LI HERÊMA ŞAPATAN A ŞEMZÎNANÊ DERB LI MAŞÎNA LEŞKERÎ HAT XISTIN
Roja 6'ê Tebaxê saet di 23:00 de, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ku li taxa Bêtu ya mintiqeya Şapatan a Şemzînanê di nava tevgerê de, hêzên me bi çekên ferdî çalakiyek pêk anîn. Derb li vê maşîna zirxî hat xistin, lê belê hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ, LI AMÊD BOMBERDÛMANA ARTÊŞA TIRK
5'ê Tebaxê saet di 13:20 de, hêzên me li leşkerên li Çeperên Şêxa yên li herêma Qilaban a Şirnexê xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi obus, hawan û tankan derdor bombe kir. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêmê derket.
Ev 2 roj in, derdora gundên Cumatê, Malagir, Şelîma yên navçeya Farqîn a Amedê, derdora girê Eylul, derdora gundê Barinê yê Pasûr û derdora gundê Reşanê yê Licê ji aliyê artêşa TC ve bi hawanan tên bombekirin. Şewata ji ber bomberdûmanê li herêmê derket hê dewam dike."