HPG: Li Amedê leşkerek hat kuştin, 4 birîndar bûn

HPG: Li Amedê leşkerek hat kuştin, 4 birîndar bûn

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand di encama çalakiya gerîlayan li hemberî girê Qereqola Korxê ya navçeya Licê ya Amedê de leşkererek hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê, di daxuyaniya der barê mijarê de da de got; “Di 16'ê gulanê de di saet 16.20'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Girê Qereqola Korxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin 4 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin bi helîkopetêrên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.”