Gerîlayên HPG’ê li navçeya Licê ya Amedê li dijî Qereqola Angulê çalakiyeke fedayane li dar xist. Serweriya gerîlayên HPGê ya li herêmê jî berdewam dike.
HPG-NÇRê da zanîn ku gerîlayan li navçeya Licê ya Amedê çalakiya fedayiyane li dar xistine û ev agahî da:
“16’ê Mijdarê de di saet 05.45’an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî qereqola Angûlê (Dûrû) ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek fedaiyane hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê li dijî herêmên Dêrxus, Huseynik, Cinêzor û Panavê yên bi ser navçeya Lîceyê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Serweriya gerîla ya li herêmê jî hîn berdewam dike. Di derbarê çalakî û encamên wê di demê pêş de bi awayeke berfireh were ragihandin.”