Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan di 17’ê gulanê de li navçeya Dortyol a bajarê Hatayê li dar xistin de daxuyaniyek da û got; “bînbaşiyek, ustegmenek, tegmenek û leşkerek hate kuştin, leşkerek jî giran birîndar bûye”
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Di encama çalakiya li dijî koordîneya operasyonê de hate lidarxistin, bînbaşiyek, ustegmenek, tegmenek û leşkerek hate kuştin, leşkerek jî giran birîndar bûye."
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê; “Di 17’ê Gulanê de di saet 07.30’an de li navçeya Dortyola Hatayê li dijî leşkerên li Zozanên Bilkê û Girê Konserve yên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî koordîneya operasyonê de hate lidarxistin, bînbaşiyek, ustegmenek, tegmenek û leşkerek hate kuştin, leşkerek jî giran birîndar bûye. Di çalakiyê de her weha li dijî çeper û wesayitên leşkerî yên li derdorê jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin li vir nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de got; “Hêzên dijmin bi wesayît û cil û bergên sîvîl tevlî vê operasyonê bûne û her weha opersayona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê yên ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike, car din balefirên keşfê jî bênavber li ser herêmê keşfê difire. “