HPG: Ew, şervanên hêviyê yên gelekî ne

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayan eşkere kir û got, "Şeş hevalên me yên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên şoreşê bûn, bûn milîtanên bawerî û dilsoziyê û meşvanên hêviya gelekî, ku ber bi azadiyê ve dimeşe."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser nasnameya gerîlayên li Cûdî û Çelê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 28'ê Mijdarê, artêşa TC li Girê Hirmo yê herêma Cûdî ji hewa û erdê ve dest bi operasyonê kir. Roja 29'ê Mijdarê di navbera leşkerên tevlî operasyonê bûn û komek gerîlayên me de şer derket. Qada şer ji aliyê balafirên şer û helîkopterên bi tîpa kobra ve hat bombekirin. Di vê operasyon û şerî de têkilî bi komek ji gerîlayên me qut bû. 4 gerîlayên me yên di nava vê komê de, di berxwedanê de şehîd bûn. Li Çelê jî, di operasyonên artêşa TC ên meha Çileyê de 2 gerîlayên me şehîd bûn."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Ew, ji nava sîstema ku mirovan dike kole, dilê mirovan diqerisîne û mejiyan ditevizîne derketin, li se navê mirovahiyê, ji tinekirina jiyana bi rûmet re bêdeng neman û tevlî nava refên şoreşê bûn. Hevrêyên me ku bi gavên ji xwe bawer tevlî vê meşê bûn, di nava refên PKK'ê de şer kirin û hewl dan bibin bersiv.

Hevrê Gulan (Eylem Kaplan) ku kevneşopiya çapemeniya azad a li Kurdistanê li çiyê meşand, li gelek qadên têkoşîna me kedeke mezin da, berxwedana destanî ya çiyê bi pênûsa xwe mayînde kir û piştre berê xwe da qadên şer. Bi biryardarî tevlî nava berxwedanê bû û da ser şopa Bêrîtanan. Tevî hevrêyên xwe Nûjiyan (Azîme Acet), Seyîtxan (Welat Muçîn) û Çalak (Mocteba Behzadî) li dijî artêşa TC şer kirin û di vê berxwedanê de tevlî nava karwanê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bûn."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Şeş hevalên me yên gerîla yên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên şoreşê bûn, bûn milîtanên bawerî û dilsoziyê û meşvanên hêviya gelekî, ku ber bi azadiyê ve dimeşe. Em şeş hevalên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, bîranînên wan wê têkoşîna me bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Çalak Tolhildan
Nav paşnav: Mocteba Behzadî
Cihê ji dayikbûnê: Ciwanro
Dayik-Bav: Lîmo-Elî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Gulan Gulveda
Nav paşnav: Eylem Kaplan
Cihê ji daykibûnê: Meletî
Dayik-Bav: Ayşe-Hecî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Nûjiyan Botan
Nav paşnav: Azîme Acet
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Husniye-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Seyîdxan Mûş
Nav paşnav: Welat Muçîn
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Nazîle-Kerem
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Cûdî Bismil
Nav paşnav: Şeyhmûs Orûç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Songul-Veysî
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg

Nasnav: Dilbirîn Amed
Nav paşnav: Cengîz Tunelî
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Delal-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg"