HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kir

Nasnameyên 5 gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Şemzînanê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Em soz didin ku dilsoziya me ya bi bîranînên wan re, wê vîna serketinê be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameyên 5 gerîlayên di 5'ê Hezîranê de li Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser operasyona 4-5'ê Hezîranê ya li bejahiya gundên Helankê û Meleyan ên li navçeya Colemêrg Şemzînanê, me beriya niha daxuyaniyek weşandibûn. Di çalakiya li hemberî dijminê li kaşê Meleyanê bi cih bûbûn de, di çalakiyên ji 2 baskan ên li dijî dijminê xwe ji Girê Sor vedikişand de 26 leşker hatibûn kuştin, gelek leşker jî birîndar bûbûn.

Di vê operasyonê de, yekîneyeke me ya ji 5 gerîlayan, ji sibeha 5'ê Hezîranê saet 07:00 heta saet 18:00 de li hemberî leşkerên tevlî operasyonê bûn şer kirin. Di vî şerê giran de gelek kuştiyên dijmin çêbûn. 5 gerîlayên me yên heta fîşeka dawî bi fedayî şer kirin, gihîştin şehadetê."

Daxuyanî bi vî rengî qediya: Hevrêyên me Axîn, hakî, Kahraman, Rojînda û Zana yên ji Colemêrg, Çewlik, Amed û Sêrtê tevlî nava refên şoreşê bûn, bûn şopdarê sekna lehengî ya gelê me û vîneke mezin a berxwedanê derxistin holê, şehîd ketin. Em soz didin ku dilsoziya me ya bi bîranînên wan re, wê vîna serketinê be. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 5 gerîlayan bi vî rengî ye:

NASNAMEYÊN 5 GERÎLAYAN

Nasnav: Axîn Avaşîn
Nav paşnav: Bêrîvan Yardimci
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Zarîfe-Necîp
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg

Nasnav: Hakî Pîr
Nav paşnav: Mûhammed Emîn Onalan
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik
Navên dayik û bav: Sebahat-Farûk
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg

Nasnav: Kahraman Farqîn
Nav paşnav: Îkram Magaç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Mûazzez-Adîl
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg

Nasnav: Rojînda Rûken
Nav paşnav: Kader Erenç
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Hatîce-Sadik
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg

Nasnav: Zana Têkoşer
Nav paşnav: Polat Aktaş
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Navên dayik û bav: Behîce-Diyadîn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg

...