BI DÎMEN

HPG’ê dîmenên çalakiyên Stewrê û Şemrexê weşandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê dîmenên çalakiyên sabotajê yên li Stewrê û Şemrexê weşandin.

Dîmenê yekem, dîmenê çalakiya Şemrexê ya 23 Nîsanê ye. Li herema gundên Xanîka Jor û Jêr a ku di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Merdînê de ye, saet 13.10’an dema çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî û otobusan dibirin, ji aliye gerîlayan ve çalakiya sabotajê pêk hatibû û di ve çalakiyê de gelek çete hatibûn kuştin. HPG’ê da xuyakirin ku ev çalakiya ji bo bibîranîna şehîdên berxwedana Nisebînê hatiye lidarxistin.

Dîmenê duyemîn jî çalakiya 15’ê Nîsanê saet 10.00’an a Stewrê ye. Li gundên Qirdîlek, Dêrîş, Quzerit, Cirzê, Şutê, Qawsan yên navçeya Stewrê ya Mêrdînê, dewleta Tirk operasyonek dabû destpêkirin û dema vekişandinê jî gerîlayan wesayîtek zirxî ya Akrep kiribûn hedef. HPG’ê dabû xuyakirin ku di vê çalakiyê de herî kêm 6 leşker kuştine.