HPG’ê di derbarê cerdevanên li Bedlîsê desteserkirî de daxuyanî da

HPG’ê di derbarê cerdevanên li Bedlîsê desteserkirî de daxuyanî da

Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê 6 cerdevanên li Bedlîsê desteser kirîn, daxuyaniyek da û ragihand ku, cerdevan bigûmana ku li dijî gêrîlayan sûc kirine hatien girtin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hatî dayîn, hate ragihandin ku, li ser rêya di navbera Bedlîs û gundê Şêx Cûma de çalakiyek pêkaniye û nasnameya kontrolê kirine. Ji 15 wesayîtên ku rawestandine bi îdîaya ku 6 cerdevanên li dijî gêrîlayan sûc kirine hatine girtin. HPG’ê aşkera kir ku, lêpirsîna derbarê cerdevanan de didome, piştre dê raya giştî were agahdar kirin.