BI DÎMEN

HPG’ê detay û dîmenên çalakiya li Qilebanê parve kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detay û dîmenên çalakiya li xeta sînor a Qilebanê parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detay û dîmenên çalakiya li xeta sînor a Qilebanê parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG’ê didomin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku hêzên şerê taybet hewl didin encamên van çalakiya berevajî bikin, wiha dewam kir: “Em dîmenên çalakiya li xeta sînorê Qilebanê jî ji bo encamên şer ên rast hê zelaltir bê dîtin parve dikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku 16’ê Hezîranê saet 08.30’an hêzên gerîlayan mabeyna girên Şehîdan û Şehîd Lezgîn ên li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê li hember konvoya artêşa TC çalakiyên sabotaj û kemînê li dar xistine, wiha dewam kir: “Di çalakiya sabotajê de wesayîtek zirxî ya Reo hate derbkirin; wesayîtek zirxî ya bi roketên B7’ê bû hedef jî derb xwariye. Di vê çalakiya de 5 leşker hatin kuştin. Piştre hêzên ji bo destwerdanê hatin jî bûn hedefa hêzên me, li vir jî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê da ber obus, hewan û tankan. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Viyan Bahoz û Herekol Sipêrtî hate lidarxistin.

Ev çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye tomarkirin. Detayên çalakiyê dikare li ser malpera me Gerîlla TV bê şopandin.

Lînka dîmenê çalakiyê: https://www.youtube.com/watch?v=AxKK0Pm9U1Y&feature=youtu.be “