Şevê din, li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê ket ya li navçeya Midyad a Mêrdînê çalakiyek sabotajê pêk hat û di encamê de agir bi lûleyê ket. HPG’ê vê çalakiyê girt ser xwe.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got; “Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 20'ê Tîrmehê de di saet 23.00'an de li Mêrdînê di navbera navçeyên Mahsertê û Midyadê li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de şewata di lûleyan de destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, demjimêr di 22.30’an de di xeta lûleya petrolê ya di navbera bajarokên Gelînkaya û Sogutluyê ya navçeya Midyada Mêrdînê de teqînek mezin rû da. Di encama teqînê de şewatek mezin derket û heta niha jî berdewam dike. Hat diyarkirin ku pêta agir ji 50 kîlometreyî dûr tê dîtin û herikîna petrolê hat rawestandin.