Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê 6 cerdevanên li Bedlîsê desteser kirîn, daxuyaniyek da û ragihand ku, cerdevan bigûmana ku li dijî gêrîlayan sûc kirine hatien girtin. Li nêzî hamen gundî di 23’ê Adarê de 15 gêrîlayên jin jiyana xwe jidest dabûn.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, gêrîlayên HPG’ê duh di demjimêrên şevê de li herêma Hemkok ya nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navend Bedlîsê kontrola rê kirin. Di vê navberê de karwana 3 wesayîtên ji Bedlîsê diçûn ji aliyê gêrîlayan ve hatin rawestandin û kontrola nasnameyan kirin.
Piştî kontrola nasnameyan, ji cerdevanên gundê Çeltîklî keyayê gund Arafat Melek jî di nav de 6 cerdevan ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin. Cerdevanên din yên hatin binçavkirin navên wan wisanin: Îlyas Demîr, Davût Melek, Fesîh Bodûr, Sidik Bodûr û Bûrhan Çapar.
Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hatî dayîn, hate ragihandin ku, li ser rêya di navbera Bedlîs û gundê Şêx Cûma de çalakiyek pêkaniye û nasnameya kontrolê kirine. Ji 15 wesayîtên ku rawestandine bi îdîaya ku 6 cerdevanên li dijî gêrîlayan sûc kirine hatine girtin. HPG’ê aşkera kir ku, lêpirsîna derbarê cerdevanan de didome, piştre dê raya giştî were agahdar kirin.
Nûçeya ku di demjimêrên siharê de cara yekem ji aliyê ajansa me ve hate ragihandin, piştre ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hate piştrast kirin. Walîtiyê ragihand ku, 6 cerdevan ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatine desteserkirin.
HEWLDAN VEŞÊRIN
Rojnamegeran jib o mijarê xwe gîhan Waliyê Bedlîsê Nurettîn Yilmaz. Yilmaz buyer piştrast kir û lê got der barê herjmarê de agahiyek zelal negihiştiye berdestên wan. Walî diyar kir ku ji ber vê jî xwest rojnameger heta daxuyaniya fermî neyê dayîn titşekî nenivîsinin. Walitiya Bedlîsê rojek piştî bûyerê daxuyanî da.
Serokê ÎHD’a Bedlîsê Hasan Ceylan da zanîn ku malbatên cerdanan piştî bûyerê bi telefonê li wan geriyane û bûyer piştrast kirine. Ceylan got ku ji berk u bi awayekî nivîskî serlêdan çênebûye û ji ber vê jî nekarin tiştekî bikin û got li herêmê operasyon didome.”
15 GERÎLAYÊN JIN JIYANA XWE JIDEST DABÛN
Di vê navberê de hate hînbûn ku cerdevanên ku htine binçavkirin di 23’ê adarê de tevli operasyona ku 15 gerîlayên jin jiyana xwe ji dset dabûn, bibûn. Di pevçûnan de cerdevanek hatibû kuştin û 3 heb jî birîndar bibûn.