HPG: Detayên çalakiya li Pîranê wê piştre bê ragihandin
HPG’ê diyar kir ku li hember Fermandariya Jendermeyan a navçeya Pîran a Amedê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistine, da xuyakirin wê piştre detayan ragihînin.
HPG’ê diyar kir ku li hember Fermandariya Jendermeyan a navçeya Pîran a Amedê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistine, da xuyakirin wê piştre detayan ragihînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 1’ê Gulanê danê êvarî li hember Fermandariya Jendermeyan a navçeya Pîran a Amedê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistine. HPG’ê wiha got: “Her wiha hêzên me li ser rêya Hênê jî li hember polîsan çalakiyek li dar xistine. Detayên têkîldarî van çalakiyan dema agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re were parvekirin.”
HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk û çalakiyan ev agahî dan:
“30’ê Nîsanê artêşa TC li hember qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê operasyonek dane destpêkirin. 1’ê Gulanê saet 19:00’an de hêzên me li hember leşkerên ku li girê qada Girê Baran kom bûne, çalakiyek bi çekên ferdî li dar xistine. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe daye ber çekên ferdî û bombeyan. Operasyon bi yekîneyên veşartî li herêmê hê jî didome.
1’ê Gulanê saet 12:00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya ku li derdorê Girê Şehîdan ê li ser sînorê Qilaban a Şirnexê bi cih bibûn çalakiyeke bi çekên giran li dar xistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zelalkirin.
1’ê Gulanê saet di navbera 12:30-14:30’an de hêzên gerîlayên me li hember artêşa Tirk ku bi alîkariya wesayîtên zirxî û dozeran hewl didan li Girê Sîtûnayê rê çêkin, bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de artêşa TC bi paş ve kişiyaye.
1’ê Gulanê saet di navbera 17:30-19:00’an de gerîlayên me li hember artêşa TC ya ku li derdora Girê Kûroşîno kom bibûn, çalakiyeke bi hewanan li dar xistin. Li vir hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zelalkirin.
1’ê Gulanê saet 14:30’an de hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya ku dixwest li derdora Girê Şehîd Kendal a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê çeperên nû ava bikin, çalakiyeke sûîqestê li dar xistin. Têkildarî kuştî û birîndarên vê çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
1’ê Gulanê hêzên me li hember Qereqola Yekmalê bi çekên giran (Hewan) çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.
29’ê Nîsanê artêşa Tirk li qada di navbera Gundê Katûna ya navçeya Şemzînan, navçeya Şemzînan û gundê Garê yê navçeya Şemzînana Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin.
29’ê Nîsanê saet 07:00-11:00’an helîkopterên Kobra bi awayekî dijwar li derdora gundê Aşkita ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê dane.”