HPG: 36 leşker hatin kuştin, gelek cebilxane hatin rakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li girê Elîşêr ê li qada Oremarê çalakî li dar xistine, 36 leşker hatine kuştin, gelek cebilxane hatine rakirin û gerîla çûne ser cenazeyên 19 leşkeran.
ANF
BEHDÎNAN
în, 4 sermawezê 2016, 12:22
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku operasyona ku artêşa TC 30’ê Cotmehê li qada Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê dabû destpêkirin, roja 31’ê Cotmehê bêencam vekişiyaye.
Di berdewama daxuyaniyê de HPG’ê ragihand ku artêşa TC, 3’yê Mijdarê li qada Şehîd Rojhat a li herêma Apê Mûsa ya girêdayî Licê operasyonek da destpêkirin û daxuyanî bi vî şêweyî dewam kir;
LI COLEMÊRGÊ ÇALAKÎ: 36 LEŞKER HATIN KUŞTIN, GERÎLA ÇÛN SER 19 CENAZEYAN
“Êvara 3’yê Mijdarê dema helîkopterên Skorsky li girê Elîşêr ê li qada Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê leşker datanîn, hêzên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
31’ê Cotmehê li dijî êrîşên artêşa TC, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Arnos de li dijî yekîneyên dijmin ên xwe li girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, ji bo bîranîna hevalên Şehîd Medenî û Şehîd Ekîn çalakiyek berfireh hatibû lidarxistin. Di encama çalakiyê de ku ji 4 baskan hat lidarxistin, gelek çeper û kon hatin hedefkirin û îmhakirin. Di vê çalakiyê de gerîlayên me çibûn ser cenazeyê 19 leşkeran, bi giştî 36 leşker hatibûn kuştin, gelek çek jî hatibûn rakirin.
4 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA
Di vê çalakiya mezin de 4 hevalên me ku di encamgirtinê de serkeftî bûn, gelek çeperên dijmin rûxandin, bi qehremaniyek mezin şehîd bûn. Em hevalên xwe Nûman, Peşeng, Ronî û Zerîn ên şehîd bûn bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, diyar dikin ku em ê sekna wan a biryardarî dewir bigrin û bigihînin serkeftinê.”
NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYAN
Nasnameyên 4 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne;
Nasnav: Nûman Mahîr
Nav û Paşnav: Ozgur Kaçar
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê - Bav: Ayşe – Çetîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /31’ê Cotmeha 2016
***
Nasnav: Pêşeng Şoreş
Nav û Paşnav: Bekîr Sansarkan
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayikê - Bav: Fatma – Mehmet Nûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /31’ê Cotmeha 2016
***
Nasnav: Ronî Aram
Nav û Paşnav: Eyup Akgul
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê - Bav: Muzeyyen - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /31’ê Cotmeha 2016
***
Nasnav: Zerîn Sila
Nav û Paşnav: Saîme Kofo
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê - Bav: Husna - Tahîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /31’ê Cotmeha 2016