Hozat: Çek û tifaqên wan ên qirêj nikarin bi PKK'ê
Hozat: Yên emrekî datînin pêşiya PKK'ê, haya wan ji xwe nîne, lê emrê xwe kurt dikin. Dikarin bi rengekî bê pîvan, bê exlaq û bi her cure çekan li dijî me şer bikin. Ji xwe vê jî dikin.
Hozat: Yên emrekî datînin pêşiya PKK'ê, haya wan ji xwe nîne, lê emrê xwe kurt dikin. Dikarin bi rengekî bê pîvan, bê exlaq û bi her cure çekan li dijî me şer bikin. Ji xwe vê jî dikin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Yên emrekî datînin pêşiya PKK'ê, haya wan ji xwe nîne, lê emrê xwe kurt dikin. Dikarin bi rengekî bê pîvan, bê exlaq û bi her cure çekan li dijî me şer bikin. Ji xwe vê jî dikin" û destnîşan kir, ku çek, tifaq û têkiliyên wan ên qirêj nikarin aqlê civakî, siyasî û leşkerî yê PKK'ê têk bibe.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, li ser rojevê ji ANF'ê re axivî.
Hozat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, ev rewş şêweyê bicihanîna plana qirkirinê ya bloka faşîst AKP-MHP'ê ye, ku li Îmraliyê li dijî Kurdan tê bicihanîn.
'BLOKA FAŞÎST DIXWAZE BI RÊYA TECRÎDÊ BIGIHÊJE ARMANCA XWE YA QIRKIRINÊ'
Hozat da xuyakirin, ku bi hewldana bêdengkirina kedkarê mezin, yekane vîna çareseriya demokratîk û aştiyê re gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xistin nava şerekî giran û bi xwîn.
Hozat destnîşan kir, ku li dijî polîtîkayên qirkirina Kurdan, civaka Tiriyeyê, jin û xwezayê yên Erdogan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya demokratîk, aştiyane û azadîparêz rawestiya û anî ziman, ev tecrîd êrîşa li vê sekna bi rûmet e.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da zanîn, bloka faşîst a AKP-MHP hemû pîvanên exlaqî binpê, hiqûqa navneteweyî binpê dike û di şexsê Ocalan de gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê xistiye nava tecrîdeke giran.
Hozat ragihand, ev bloka faşîst bi rêya tecrîdê dixwaze qirkirinê bike û got, "Lewma, di serî de jin û gelê Kurd lazim e hemû hêzên demokrasiyê, azadî û aştîxwaz, li dijî tecrîdê têbikoşe. Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo, ewlekarî û azadiya jinan, gelê me û gelên me heye. Pêwîste her kes ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya xwe, hêza xwe bike yek û berxwedanê geş bike."
TIRKIYE BI REJÎMA DÎKTATORIYÊ TÊ BIRÊVEBIRIN
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin, ku Tirkiye di emel de bi rejîmeke dîktatoriyê ya faşîst tê birêvebirin û got, "Rewşa Awarte, pêvajoya sazîkirina vê dîktatoriya faşîst e. Yekane astengiya li pêşiya vê pêvajoyê jî Kurd û hêzên demokrasiyê ne. Lewma tifaqa AKP-MHP a faşîst, bi hemû derfetên xwe êrîşî Kurdan û hêzên demokrasiyê dike. Dema êrîş dike jî, ti pîvanên exlaqî û estetîk nas nake. Tirkiye di pêvajoyeke mîna ya navbera salên 1915-1938'an de ye. Li dijî Kurdan, planeke mezin a qirkirinê tê meşandin."
'EGER PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DEXISTIN, EV Ê PÊŞÎ LI DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ VEKE'
Têkildarî helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî vê rewşa Tirkiyeyê Hozat ev nirxandin kir: "Vê zêdegaviya faşîzma AKP-MHP'ê, Tirkiye û Yekîtiya Ewropa anî hemberî hev. Tirkiye ku endamê Konseya Ewropayê, namzeta Yekîtiya Ewropa û endamê NATO'yê ye, hemû peymanên navneteweyî yên ku mohra xwe daniye binî, da aliyekî û bi gotina 'Ya tu yê destekê bide faşîzma min, ya jî ez ê ji te qut bibim. Ez ê tevlî yekîtiya Şanghayê bibim û deriyê xwe li penaberan vekim' li ber Ewropayê rabû. Ewropayê serê xwe li ber vê şantaja Erdogan netewand. Weke hişyariyekê, pêvajoya muzakereyên bi Tirkiyeyê re ji bo demekê sekinand. Ev ji aliyê Ewropayê ve helwesteke girîng bû."
Hozat da xuyakirin, mijara esasî pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û got, "Welatên Ewropayê, weke biryara mînak a dadgeha Brukselê, eger gaveke din bi pêş ve bavêje û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê dexîne, ev yek wê guhertineke bingehîn a polîtîkaya Ewropayê ya li ser Tirkiye û Kurdan derxîne holê. Ev ê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke."
TIRKIYE BI ŞANTAJAN SIYASETÊ DIMEŞÎNE
Li gorî Hozat gotina 'Em ê bikevin nava Şanghayê' ya Erdogan, şantajek li dijî Ewropayê ye. Hozat got, "Mîna meseleya penaberan, vê yekê jî li dijî Ewropayê weke şantajê bi kar tîne. Em baş zanin; Eger Ewropa Tirkiyeyê ji nava Konseya Ewropayê û NATO'yê bavêje jî, Tirkiye wê ti carî nexwaze ji nav derkeve. Ji bo di nav de bimîne wê li ber xwe bide. Ji ber ku baş dizane, eger bavêjin, wê Tirkiye têk biçe. Tirkiye welatekî NATO'yê ye. Dizane; eger ji nav derkeve wê berdêla vê gelekî giran be."
PIRSGIRÊKA PENABERAN DIKARE BI RENGEKÎ MAYÎNDE LI SÛRIYEYÊ WERE ÇARESERKIRIN
Têkildarî şantaja Tirkiyeyê ya li ser penaberan jî Hozat got, "Pirsgirêka penaberan dikare bi hêsanî were çareserkirin. Berê jî rêveberiya Roajva li ser çareseriya pirsgirêka penaberan hin daxuyanî da bû û bang kiribû. Ev bang gelekî watedar bûn. Digotin, 'Em dikarin pirsgirêka penaberan di nava Sûriyeyê de çareser bikin'."
Hozat bal kişand ser herêmeke berfireh a ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê parastin û anî ziman, penaberên koçî Tirkiyeyê kirine, dikarin li vê herêma azad were bicihkirin û Neteweyên Yekbûyî jî xwedî lê derkeve. Hozat got, "Welatên Ewropayê jî pereyê ji bo penaberan dide Tirkiyeyê, dikare bide penaberên li vir di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de bin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî dikare ewlekariya van penaberan bike." Hozat destnîşan kir, ku ev hêz û hunera Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye, ku gelek caran îspat kiriye.
ÇEK Û TIFAQÊN WAN ÊN QIRÊJ NIKARIN BI PKK'Ê
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat gefên Erdogan û partiya wî, ku dibêjin 'Em ê vê zivistanê PKK'ê biqedînin' nirxand û got, "Erdogan, hebûna xwe bi tinekirina PKK'ê ve girê daye."
Hozat da xuyakirin, ku Erdogan radibe-rûdinê dibêje, ew ê PKK'ê biqedîne û anî ziman, ku bi van gotinên xwe yên şerê taybet ê kevn, nikare bandorê li kesî bike.
Hozat got, "PKK çinareke mezin e. PKK ne tenê partiyeke çi salî ye. Ew xwe dispêre kevneşopiya hezaran salî ya azadî, demokrasî û berxwedanê. Şêweyeke jiyan û ramanê ya gel û civakbûnê ye. PKK gel e, paşeroj, îro û siberoja mirovahiyê ye. PKK rastî ye. Gelo qedandina rastiyê pêkane? Ancax yên bê aqil ên mîna Erdogan û AKP-MHP'ê yên bi dijminatiya li Kurdan hişê xwe winda kirine, dikarin li vê bifikirin.
Rastiyeke bi vî rengî ya PKK'ê heye; faşîzm û zilm çiqasî zêde dibe, PKK jî ewqasî xurt dibe. Ji ber ku PKK deng, dil û mejiyê mexdûrên zilma zaliman e. Stargeh û xeta parastinê ya mexdûran e. Zilm çiqasî mezin û dijwar be, PKK jî ewqasî mezin û zêde dibe. PKK rûmeta mirovahiyê temsîl dike. Ev têkoşîna rûmetê li dijî faşîzmê hê bêhtir xurt û tûj dibe. Rastiya ku mejiyê bi faşîzmê ko bûye fêhm nake, ev e.
Yên emrekî datînin pêşiya PKK'ê, haya wan ji xwe nîne, lê emrê xwe kurt dikin. Dikarin bi rengekî bê pîvan, bê exlaq û bi her cure çekan li dijî me şer bikin. Ji xwe vê jî dikin. Hemû derfetên dewletê di vê oxirê de seferber kirine û ji bo desteka derve werbigirin nirxên welêt jî pêşkêş dikin. Her şêwe çeka pêşketî bi kar tînin. Vê dikin, lê nikarin encamê bi dest bixin. Çekên wan, tifaq û têkiliyên wan ên qirêj nikarin mejiyê civakî, siyasî û leşkerî yê PKK'ê têk bibin. PKK tevgereke Kurdistanî ye ku xwe dispêre nirxên mirovahiyê ye. Di heman demê de hêz û tevgereke herêmî û gerdûnî ye.
FAŞÎZM DI DEMA XWE YADAWÎ DE YE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da zanîn, faşîzm di dema xwe ya herî dawî de ye û got, "Ji bo ev şeva reş û tarî ya faşîzma AKP-MHP'ê ji holê were rakirin, ji bo afirandina Tirkiyeya demokratîk û azad, Kurdistana azad-xweser, divê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê û jin hêzên xwe bikin yek û têbikoşin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê hemû hêzên azadî, aştî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi Kurdan re li hev bicivin."
Hozat diyar kir, ev pêvajo, têkoşîneke hevpar a berxwedanê ya gelan û jinan ferz dike û got, "Eger ev bê kirin, wê hukmê faşîzmê nemîne.
SIBE: Planên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê