Hozat: AKP’ê li Tirkiyeyê demokrasî tine kiriye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, anî ziman ku rejîma AKP’ê li Tirkiyeyê demokrasî tine kiriye.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, anî ziman ku rejîma AKP’ê li Tirkiyeyê demokrasî tine kiriye.

Hozat, da zanîn ku dewleta Tirk û AKP rêzekirîzan dijî, ji ber vê jî operasyona avakirina nêrînê li ser gel didin meşandin.

Hozat wiha got: “AKP jixwe her demê operasyonên avakirina nêrînan meşand. Rêbazên şerê taybet bi kar tînin.”

Hozan destnîşan kir ku AKP ev 14 sal in li hember gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dide meşandin û wiha anî ziman:

“AKP’ê li Tirkiyeyê demokrasî tine kiriye. Hêzên demokrasiyê bênefes hiştiye. Li her deverên Kurdistanê polîtîkayên qetlîaman dide meşandin. Li Tirkiyeyê polîtîkayên faşîzmê serdest kiriye. Ti kes dengê xwe nake.”

 'WEKÎLÊN KURD ÊN DI NAVA AKP’Ê NÛNERTIYA ALAYÊN HEMÎDIYAN DIKIN'

Hozat bal kişand ku AKP li Kurdistanê li ser wekîlên bi eslê xwe Kurd in siyasetê dide meşandin û di bin sêwana xwe de fetisandine, anî ziman ku van mîna çek û maşikan bi kar tîne.

Hozat da zanîn ku niha ji ser van şerên pîskolojîk bi rê ve dibe, beşên di nava AKP’ê de şiband “Alayên Hemîdiyan.”

Hozat wiha got: “Gelê me ji van bawer nakin û ti demê jî nekirin. Li Kurdistanê pêşdeçûyîna van jî asteng dikin. Ti cihê mîna van li Kurdistanê nîne.”

‘PDK LI PÊŞIYA YEKÎTIYA KURDAN ASTENGIYEK MEZIN E’

Hozat bal kişand ser tundiya li dijî jinê, diyar kir ku tundî di dema AKP’ê de zêdetir bûye, got çanda dewletê ya tundiyê mezintir kiriye.

Hozat destnîşan kir ku divê jin li her derê yekîne û parastinên xwe xurttir bikin.

Hozat bi bîr xist ku dewlet yekîtiya mabeyna Kurdan de naxwazin, destnîşan kir ku PDK’e jî ji bo vê dibe amûr.

Hozat wiha axivî: “PDK, li pêşiya yekîtiya Kurdan astengiyek mezin e.”

Hozat got li dijî vê jî pêwîst e têkoşînê hê zêdetir bê xurtkirin.