BI DÎMEN

Hovîtiyeke din a DAIŞ'e: Destê zarokekî 16 salî jê kir

Çeteyên DAIŞ‘ê bi sûcdariya 'diziyê' destê zarokekî 16 salî jê kir.

Çeteyên DAIŞ‘ê bi sûcdariya 'diziyê' destê zarokekî  16 salî jê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê ku demekê bajarokê Holê yê 35 km li başûrrojhilatê bajarê Hesekê ye dagir kiribûn, 'qanûnên' xwe li ser welatiyan ferz kiribûn. Kesên li dijî yasayên wan derdiketin ji aliye çeteyan ve dihatin cezakirin. Ev cezakirin jî bi kiryarên herî kovane pêk danîn.

Beşar Mehmûd yê 16 salî, zarokê herî mezin malbata xwe ye. Dixebitî û bi keda xwe hewl dida debara malbata xwe bike.

Çeteyan bi sûcdariya 'Beşar Mehmûd telefoneke destan a endamekî wan diziye' ew girtin û di girtîgehên xwe de 40 rojan ragirtin. Paşê çeteyekî bi navê Ebû Ubeyda ew birin bajarokê Şedadê û jê re gotin ku wê destê wî qut bikin.

Çeteyan li navenda sûkê li ber çavên gel, destên Mehmûd ê 16 salî girê dan û paşê bi satorê destê wî yê rastê jêkirin û avêtin.

Yek ji mexdûrên wehşeta DAIŞ'e Beşar Mehmûd ê 16 salî, yekane daxwaza xwe peydabûna destekî protez ji bo wî ye.