Hovîtiya AKP’ê sînoran nas nake: Li Colemêrgê goristan hatin texrîbkirin

Li Colemêrgê bi fermana walîtiyê dîwarê Şehîdgeha Serê Solan a nû dihat çêkirin hate hilweşandin. Kêlên goristanan hatin rakirin û ev li gel xwe birin.

Şehîdgeha Serê Solan a ku ji aliyê MEYA-DER’ê li Taxa Sumbul a Colemêrgê dihat avakirin, bi fermana walîtiya Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hate texrîbkirin. Li gel dehan wesayîtên zirxî û kepçeyên aîdî Îdareya Taybet dîwarê Şehîdgeh, mermer û qada ku wecîbeyên olî lê pêk dihatin, hatin hilweşandin. Her wiha kêlên goristanan hatin derxistin û ev li gel xwe birin.

Li aliyê din polîsên Tirk, ji ser gorên berxwedêrên di şerên li Sûr û Geverê de jiyana xwe ji dest dane, tepsiyên hineyê, paçên kesk sor û zer û posterên li ser kêlan girtin û dest danîn ser.

Derdora goristanê bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Rojnamevanên ku xwestin dîmenan jî bikişînin rastî gerên polîsan hatin. Malbatên ku piştî texrîbkirin bihîstin hatin goristanê, bertekên tund nişanî rewşê dan.