BI DÎMEN

Hol hê azadtir e: Gel vedigere

Yên beriya dagirkirina DAIŞ’ê li Holê dijiyan, piştî pêngava rizgarkirinê ya QSD’ê dîsa vegeriyan bajarokên xwe.

Yên beriya dagirkirina DAIŞ’ê li Holê dijiyan, piştî pêngava rizgarkirinê ya QSD’ê dîsa vegeriyan bajarokên xwe.

Hêzên QSD’ê bajarokê Holê yê 40 kîlometreyan dikeve başûrê Hesekê di 13’ê Cotmeha 2015’an de bi temamî ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirin. Çete beriya ji bajar birevin, gelek mayîn û teqemenî bi cih kirin. Tîmên pispor ên QSD’ê ji bo parastina ewlekariya welatiyan dest bi paqijkirina bajar a ji mayînan kir. Piştî paqijkirina mayînan bi dawî bû, hêzên QSD’ê rê da ku welatî vegerin bajarê xwe.

Vegera welatiyan bi amadebûna nûnerên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Ebduselam Ehemed û Eyhan Murad, Ehmed Hemê, nûnerên Komîteya Têkiliyan a YPG’ê Zana Cûdî, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş, Hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Elî Ferman, Komîteya Şopandina vegera welatiyan a bajarê Holê û gelek rûspiyên herêmê pêk hat.

Welatî saet di 11.00’an de li riya ketina bajaroka Holê rawestiyan. Li vir Endamê Rêveber ê  Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM Ebduselam Ehemed axivî û got ku QSD’ê piştî rizgarkirina bajar dest bi paqijkirina bajar a ji mayînan kir û got: “Piştî paqijkirina bajar îro şêniyên bajar vedigerin malên xwe û wê bi aramî jiyana xwe bidomînin.”

Ehmed, da zanîn ku ewlekariya herêmê ji hemû kesî tê xwestin û bang li hemû welatiyan kir ku vegerin malên xwe û di avakirina herêmê û parastina ewlekariya de bi tedbîr tevbigerin û wiha dom kir: “Rêveberiya Xweser bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan karîbû hemû zehmetiyan derbas bikin û hewldanên derxistina tevliheviya di nava welatan de vela derbixin.”

Ehmed, bal kişand li ser sîstema federaliya Demoraktîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê û got federaliya demokratîk û sîstema fedraliya ji bo yekîtiya gelê Sûriyeyê ye.

Paşê Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Ekrem Mehşûş jî axivî û ji şêniyên herêmê xwest ku bi baldarî tevbigerin û ewlekariya herêma xwe biparêzin.

Welatiyên ku wesayîtên xwe rêz kiribûn jî careke din ji ber vegeriyane bajarê xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bi vegera bajarê xwe gelekî kêfxweş in. Welatiyê bi navê Hecî Aşiq Hemza got ku ew bi vegera bajarê xwe gelekî kêfxweş in û ev tişt anî ziman: “Çend meh in em li derveyî bajarê xwe ne, em ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê koçber bûn. Îro em careke din vedigerin welatê xwe em bi vê yekê pir kêfxweş in.”

Welatiyê bi navê Silêman Mihemed jî destnîşan kir ku ew ê êdî dûrî zordariya komên çete yên DAIŞ’ê bijîn

Jina bi navê Hilwa Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew bi vegera bajarê xwe pir kêfxweş in û ev tişt anî ziman: “Ya herî girîng îro em ê bê zilm û zordariya komên çete yên DAIŞ’ bijînn. Em spasiya QSD’ê yên herêma me rizgar kirin dikin.

Li ser vegera welatiyên bajaroka Holê Hevserokê Meclîsa HEsekê Elî Ferman da zanîn ku ev nêzî 10 roj in ew amadekariya vegera welatiyan dikin û got: “Destpêkê me komîteyek ji xelkên Holê ava kir. Ev komîte li ser karûbarên vegera welatiyan rawestiya. Îro bi hezaran malbat vegeriyan. Heman komîte wê di nava çend rojan de dest bi xebatên rêxistinê bike. Niha kar ji bo tamîrkirina firina bajar tê kirin. Di nava çend rojan de em ê hewl bidin ku firin bixebite.”

Ferman, da zanîn ku nava demeke din de wê komînên bajar ava bikin û wiha dom kir: “Niha welatî vegeriyan. Piştî ku kar û xebatên xizmetgozarî bêne kirin, wê rêveberiya bajar radestî şêniyên herêmê bêne kirin. Wê meclîsa rêveber a herêmê fermî bê avakirin. Şêniyê herêmê bi vê yekê wê rêveberiya xwe bikin.”

Hêzên Asayîşê jî ji bo ewlekariya welatiyan hemû wesayît kontrol dikirin û bi dispilîn welatî derbasî nava bajar dikirin.

Bajarokê Holê 13’ê Mijdarê hatibû rizgarkirin.