Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ayhan Koçak (Şervan Botan), ji aliyê hezaran kesan ve bi girseyî hate defin kirin. Dayîka gerîla Şervan xene bi kêla gorra kurê xwe re da.
Malbata gerîlayê HPG'ê Ayhan Koçak (Şeran Botan) ê ku li bajahiya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê wergirtin û anîn Wanê. Karwana cenaze li ber nexweşxana Sîgortya Kevn a li Taxa Şabaniyê ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Girsê li vir cenaze hilgirt û bi dorpêça polîsan de heta Gorisatana Şabaniyê meşiyan. Di nav meşê de Parlementerên BDP'ê yên Wanê Ozdal Uçer û Nazmî Gur, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Canîş, Mîhrîban Şah, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Artemêtê Abdulkerîm Sayan, Şaredarê berê yê Elbakê Îhsan Guler, rêveberên rêxisitana BDP’ê yê bajêr û navçeyan, Endamên Meclîsa Giştî û Şaredariyê, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û endamên DOKH'ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Girseya ber bi goristanê ve dest bi meşê kir posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayê HPG'ê Koçak, alên PKK û KCK’ê vekirin. Di meşê de sloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin", "PKK tolhildan", "Erdogan kerdogan tu qurbana Ocalan", “Qatîl Erdogan” û “Ey şehît xwîna te li erdê namîne” qêriya. Di nav meşê de xwişka Koçak sêniya hinê û findan danî ser destê xwe û cenaze bi hinê peşwazî kir. Li goristanê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştî cenaze hate definkirin ji bo kesê ku di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqayek rêz hate girtin. Di merasimê de dayika Koçak Şerbet Koçak, gora kurê xwe hine kir û flama kesk, sor û zer lê girêda û tepsiya hinê danî ser gora kurê xwe.
UÇER: HEMÛ FERMANA KOMKUJIYAN ERDOGAN DIDE
Serokê Şaxa MEYA-DER’ê Îbrahîm Alkan, di merasimê de axivî û diyar kir ku ev ciwan ji bo rumet û serfiraziya gelê kurd jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em soz didin hevalê Ayhan û hemû hevalê wî emê dê rêç û şopa we de bi meşin. Em li wê rumeta hevalê Ayhan derkevin heta dawiyê.”
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî axivî û ji malbat, gelê kurd, hevalê Koçak û Rêberî Gelê Kurd sersaxî xwest. Uçer, anî ziman ku pêwîst e gelê kurd li şehîde xwe xwedî derkeve ji bo şer bê rawestandin û wiha axivî: “Ev kuştin û qetlîam hemû ji bin fermaniya hikûmeta AKP’ê dertê. Çawa fermana Roboskiyê Erdogan da, ya van qetlîama li ser serê gerîllayên Kurdîstanê ew dide. Pêwîste gelê kurd li hemberî wan neyar û dijmina serê xwe bilind bike û xwedî li van rumetê xwe ciwan derê.”
BAVÊ KOÇAK: AN AZADÎ AN AZADÎ
Bavê Koçak Feyzî Koçak jî axivî û wiha got: “Kurê min şehîdê Kurdîstanê ye. Ne şehîdê min tenê ye şehîdê we hemûyan e. Em azadiyê dixwazin. An azadî an azadî.” Dayika Koçak Şerbet Koçak jî bi awayekî xemgîn axivî û wiha got: “Kurê min şehîd û Şervanê hemû Kurdîstanê ye. Ez pê serfiraz û serbilind im. Xwedê hemû şehîdan efû bike û hevalê zîndanan ji qeydê wan bê şkandin azad bibin. Ez hêvî dikim ku kurê min bibe şehîdê dawî, ji niha şûnve dilê tu dayikê ne şewite.” Dayik Koçak, xwe bi zore li ser piyan hişt.
Piştî axaftinan girse dîsa ji goristanê heta konê sersaxiyê yê li taxa Şabaniyê bi dirûşmeyan meşiyan. Girsê dua xwen û sersaxî ji malbatê xwest.
SERSAXIYÊ ENDAMÊ HPG’Ê KUTLUK BI GIRSEYÎ TÊN QEBÛLKIRIN
Li aliyê din serdana konê şînê yê ji bo endamê HPG'ê Cahît Kutluk (Bawer Hakkarî) ku di 7'ê gulanê de li çoltarê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû li taxa Xaçortê hatiye vedan bi girseyî tê qebûlkirin. Konê şînê dê heta sibê vekirî be.