Hilweşîna li Nisêbînê hê jî didome

Li Taxa Kanîka ya Nisêbînê ya ku têlan hatî pêçan û qedexe hê jî lê didome, hilweşîna taxê hê jî didome.

Êrîşên bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê ve piştî bi tank û topan vê carê jî bi kepçeyan berdewam dike. Hêzên dewletê yên ku bi mehan êrîşî taxan kirin, ji bo ku wehşeta pêk anîne veşêrin, malên welatiyan yên ku tiştek bi wan nehatiye jî hildiweşînin. Di saetên nîvro de li Taxa Kanîka ya Nisêbînê 5 kepçe û dozerek dest bi hilweşîna malên welatiyan kirin. Hate dîtin ku hin kepçeyan mal hilweşandin û hin kepçeyan jî xirbeyên van malan tevî firaxên tê de li wesayitan bar kirin.

Wesayîtên ku xirbeyan li nokteyên ku hêzên dewletê eşkere kiriye vala dikin.