Hilweşandina li Nisêbînê dewam dike
Li naveya Nisêbîn a Mêrdînê piştî rakirina beşekî ya qedexeyê û şûn de, li Taxa Kanîka a ku bi têlan hatiye pêçan û qedexe lê didome, hilweşîna avahiyan dewam dike.
Li naveya Nisêbîn a Mêrdînê piştî rakirina beşekî ya qedexeyê û şûn de, li Taxa Kanîka a ku bi têlan hatiye pêçan û qedexe lê didome, hilweşîna avahiyan dewam dike.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî rakirina beşekî qedexeyê û şûn de malên ku bi çekên giran hatinbûn texrîbkirin, niha jî bi kepçeyan hildiweşînin.
Taxa Kanîka a ku bi têlan hatiye dopêçkirin û qedexe hê jî lê didome, hilweşîna ku di rojên borî de hatibû destpêkirin hê jî dewam dike.
Li gel wesayîtên hilweşînê jî gelek wesayîtên zirxî jî alîkariyê didin karê hilweşînê, dem bi dem welatî diçin taxê ji bo rizgarkirina hinek kel û pelên xwe.