Berdevkê hikumeta Iraqê Alî El Debbax aşkera kir ku, wan Tirkiye di derbarê binpêkirina sînor û qada hewayî de hişyarkirine.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya Reutersê, berdevkê hikumeta Iraqê Alî El Debbax aşkera kir ku, wana Tirkiye di derbarê mijara binpêkirina sînor û qada hewayî de hişyarkirine.
Beriya daxuyaniya Alî El Debbax, hate ragihandin ku balefirên şer yên artêşa Tirk li ser navçeya Çelê ya Colemêrgê re firiyan, sînor binpêkirina û derbazî herêma gêrîlayan bûn.
Rêveberiya Navendî ya Bexdayê roja Dûşemê di daxuyaniyek xwe de gotibû, pêwîste Tirkiye îxracata petrolê ya ji Tirkiyeyê bo Hêrêma Federal ya Kurdistanê bisekinîne, ger wisan nekin gefa dê têkiliyên Enqere û Bexdayê xirapbibin kiribû.
Berdevkê Hikumeta Iraqê Alî El Debbax di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kiribû ku, “Pêwîste Tirkiye dawî li îxracata bê destûr ya petrolê bîne”, her wiha parastibû ku, petrola ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê diçe ‘îllegale”.