Îro di demjimêrên sibehê de hêzên asayîşa qezaya Mexmûr yên ser bi Mûsil bi çek ve xwestin bikevin nava Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) û gel gulebaran kir, 5 kes sivik birîndar bûn.
Îro di demjimêr 09.00’an yên sibehê de hêzên asayîşa qezaya Mexmûr yên ser bi Mûsilê bi çek ve bi sê wesayîtan xwestin bikevin nava Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmû) û gel dan ber guleyan, 5 kes bi sivik birîndar bûn. Hate îdîakirin ku, hêzên asayîşê yên Hewlêrê jî hatine. Yek ji wesayîta hêzên asayîşê yên xwestin pê bikevin nava Wargehê di nav destê gel de ma û ew bêserûber kirin. Di encama berxwedana gel ya li hemberî hêzên asayîşê de 2 qilêş, 2 demance, 2 bêtêl, 2 yêlek û gelek alavên leşkerî desteser kirin. Her wiha endamek yên hêza asayîşê jî ji aliyê gel ve hate girtin. Dema ku gelê Wargehê jî bikeviran bersiv da hêzên asayîşê pevçûn derket û bi hezaran gel herikî ber deriyê NY.
Piştî ku hêzên asayîşê rastî bertekek hişk ya gelê Wargehê hatin neçarman xwe paşve kişandin û wesayîtên xwe li cihek dûr bihêlin. Gelê Wargehê yê bi demjimêran li ber avahiya NY man sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî bijî serhildan serokê me Ocalan” , “Destê dirêjî wargehê bibin wê bişkên” û “Şer şer ji azadî re şer” hatin qêrîn, bertekên xwe anîn ziman.
Dema ku rageşî û bûyerên li Wargehê mezin bûn Qeymeqamê navçeya Mexmûrê Îbrahîm Şêxullah Ýbrahîm, midûrê asayîşa hikumeta Herêmê Ferman û endamê karê derve yê Wargeha Şehîd Rûstem Polat Çelê hevdîtin pêkanîn.
Beriya daxuyaniyê û piştî hevdîtinan endamê hêzên asayîşê û alavên leşkerî yên ji aliyê gel ve hatibûn desteser kirin, radestî hêzên asayîşê hate kirin.
Piştî hevdîtinê endamê karê derve yê Wargehê Polat Çelê derket derve û ji gel re axivî. Polat Çelê ragihand ku, me ji Qeymeqam û midûrê asayîşê re gotiye, pêwîste ev endamên asayîşê yên li vir bên guhertin û yên zimanê Kurdî dizanin bên bicih kirin, her wiha cihê nîzamiya xwe jî biguherîn. Polat Çelê anî ziman ku, wana jêre ragihandine ku, pêwîste hûn rêzê nîşanî vîna gel bidin, gel bi çi awayî tiştek bi vî awayî qebûl nake. Polat Çelê destnîşan kir ku, wana li ser van xalan li hevkirine û wana jî jêre gotiye tiştek di destê wan de tuneye lê belê ew dê nîqaş bikin.
Endamê karê derve yê Wargehê Polat Çelê anî ziman ku, ew dê van daxwazên xwe bi awayek nivîskî jî jêre ragihînin.
Piştî daxuyaniyê gel bi slogana belavbûn.