Hêzên Asayîşê: Em rêzê ji hemû al û sembolên Kurdistanê re digirin
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava têkildarî tewanên li ser wan daxuyaniyek da û got: “Em rêz û hirmeta hemû al û sembolên Kurdistanê dikin”
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava têkildarî tewanên li ser wan daxuyaniyek da û got: “Em rêz û hirmeta hemû al û sembolên Kurdistanê dikin”
Rêveberiya Giştî ya HêzênHêzên Asayîşa Rojava bi daxuyaniyekê îdayên ku dibêjin hêzên wan alên ENKS‘ê li ser avahiyên hin partiyên ku di bin sîwana wan de tevdigerin rakirine û şewitandine derewand.
Rêveberiya Aasayîşa Tovava diyar kir ku têkildarî şopandin û lêpirsîna wan ya tewamên ku li ser wan hatine kirin û îdayên ku dibêjin, hêzên wan di xwepêşandana ENKS‘ê de alên partiyên ku di bin sîwana wan tevdigerin li ser avahiyên wan rakirin û şewitandin wiha got: “ Hêzên me tiştekî bi vî rengî nekirine. Hêzên me rêz û hirmeta hemû al û sembolên pîroz ên Kurdistanê dike, armanca me ew e ku ewlekariya welatiyan çi girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk be û çi jî li dijî wê biparêzin.”
Rêveberiyê destnîşan kir ku tekez dikin ku erka serkeke a hêzên wan parastina hemû buro û navendên partiyên li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di serî de yên di bin sîwana ENKS‘ê de.
Di dewama daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava de jî ev agahî hatin parvekirin: “Girêdayî xwepêşandanên Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Desteya Hindurîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji wan xwestibû ku destûrê ji aliyê wan ve wergirin da ku hêzên wan parastinê bike, lê mixabin, itîraf bi hêzên Asayîşê nekirin û destûr nexwestin.
Dema ku şer di navbera aliyên girêdayî ENKS‘ê û ciwanên şoreşger derket, hêzên me ne li cihê bûyerê bû, tu kesî agahî derbarê vê yekê de nedabû. Lê me yekser berê xwe da cihê bûyerê, da ku şer bidin sekinandin, di encamê de bi dehan endamên ciwanên şoreşger hatin girtin.
Ev daxuyaniya me qasî ku buyerê şîrove dike di heman demê de bangawazî ji hemû kesên welatparêz ku xwedî li têkoşîna gelê Kurd çi li Rojava be çi jî li başûr be, ku agirê tevliheviyê û vemirîne, bi taybet ji ber ku em niha li hemberî rêxistineke terorîst a DAIŞ‘ê ku hebûna Kurdan hedef digire şer dikin.”