BI DÎMEN

Heyetên Rojava û Bakurê Kurdistanê li Moskowayê tevlî civîna gel bûn

Heyetên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê yên li Moskowayê ne, beşdarî civîna gel a li Navenda Çandê ya Kurdan bûn.

Heyetên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê yên li Moskowayê ne, beşdarî civîna gel a li Navenda Çandê ya Kurdan bûn.

Heyetên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê yên ji bo tevlî 4. Konferansa Kurd a Navneteweyî bibin hatin paytexta Rûsya Moskowayê, duh êvarê saet di 19:00 de li Navenda Çanda Kurd beşdarî civîna gel bûn.

Di civîna gel a ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de, rewşa dawî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê hat nirxandin.

'1'Ê MIJDARÊ WÊ BIBE MIZGÎNIYA SERKETINA GELÊ ME'

Di civînê de destpêkê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak mafê axaftinê girt. Irmak da xuyakirin, ku divê Kurd li her cihê lê ye, bi derfetên xwe tevlî têkoşînê bibe û got, "Êdî ti hêz nikare Kurdan înkar bike. Kurd îro li dora maseya muzakereyê hêza bingehîn e. Divê em xwe li herêmê bêhtir xurt bikin. Ji bo vê jî divê her yek ji me bi dil û can û hemû derfetên xwe bixebitin. Li pêşiya me pêvajoyeke berfireh a têkoşînê heye. Eger em bi berpirsyariya xwe rabin, hingî azadiya me Kurdan nêzîk e. Li dawiya vê rêya ku em bi xwîna zarokên xwe hatin, ronahî heye."

Irmak bang li hemû hilbijêrên li derveyî welat kir, ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji sedî sed biçin ser sindoqan û got, "Em bawer in ku di 1'ê Mijdarê de em ê mizgîniya serketina gelê xwe bidin."

'JI BILÎ PROJEYA OCALAN, TI PROJE LI ROJHILATA NAVÎN NIKARE BI SER BIKEVE'

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser nirxên bi têkoşîna Rojava re hatine afirandin û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, ji bilî projeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ne pêkan e ku ti proje bi ser bikeve.

Abdullah ragihand ku di herikîna dîrokê de gelê Kurd yekemcar bi projeyên xwe re xwe bi rê ve dibe û anî ziman ku têkoşîn û şerê li Rojava jî ji bo vê ye.

Abdullah xebatên xwe yên li qada dîplomasiyê bibîr xist û got, "Em dikarin bi her kesî re rûnên, lê belê em ne neçarin bi derdorên nêrîn û pîvanên me qebûl nakin re bixebitin. Me berê jî gelek caran anîn ziman, em ne alîgirê ti cihî ne. Em aliyekî sêyemîn in. Kî me bi vî rengî qebûl bike, em amade ne bi wan re hevdîtinê bikin. Em êdî ne Kurdê Tirkan, ne Kurdê Ereban ne jî Kurdê Farisan e. Em Kurdên ku bi nirxên xwe re dilsoz in û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin e."

Abdullah destnîşan kir ku êdî dem hatiye hêzên navneteweyî Kantonên Rojava nas bikin

BANGA TEVLÎBÛNA LI XEBATÊN JI NÛ VE AVAKIRINA KOBANÊ

Serokê Meclîsa Kantona Kobanê Enwer Muslim di axaftina xwe de, berxwedana Kobanê nirxand û anî ziman ku yên li benda têkçûna Kobanê bûn, vîn û hêza berxwedanê ya Kurdan nehesibandibûn.

Muslim got, "Şerê ewçend dijwar diqewimîn, ku carna hevaleke/î me bi tena serê xwe li eniyekê bi saetan şer dikr. Hevalên me heta fîşeka dawî şer dikirin, cenazeyên wan ji çeperan derdiketin, lê wan ti carî dest ji çeperên xwe bernedidan. Bi kurtasî Kurdan li Kobanê dîrok nivîsandin. Niha jî xebatên ji nû ve avakirina vê keleha berxwedanê tên meşandin." 

Muslim da xuyakirin ku gelê Kobanê ti carî alîkariya ji Kurdistaniyên li derveyî welat hatiye ji bîr nake û bang kir ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, alîkariya xwe bidomînin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di axaftina xwe ya li vir de piştgiriya gelê Kurd a bi Şengal û Kobanê re nirxand.

Li dû axaftina Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, beşdarên civînê bersiv da pirsên beşdaran û civîn heta saetên dereng dewam kir.

...