‘Heybera wek boriyê teqiya’

Latîfe Demîr a bûye şahidê mirina Muslum Îlhan ê 8 salî, got dema xwestiye ‘heyberekî dişibe boriye” bifiroşe xurdeker teqiyaye. Demîr, bi bîr xist ku di encama vê teqînê de Muslum jiyana xwe ji dest daye.

Latîfe Demîr a bûye şahidê mirina Muslum Îlhan ê 8 salî,  got dema xwestiye ‘heyberekî dişibe boriye” bifiroşe xurdeker teqiyaye. Demîr, bi bîr xist ku di encama vê teqînê de Muslum jiyana xwe ji dest daye.

Bi operasyonên çeteyên Qesrê yên qirkirinê ku 44 rojan li dijî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê navçeya Hezex a Şirnexê pêk hat, gelek mal hatin hilweşandin, şewitandin. Her wiha ji ber cebilxaneyên ku çeteyên Qesrê li pey xwe hiştine jî îro zarokekî din jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê, gelê vedigere hewl dide birînên xwe derman bike, 14’ê Nîsanê di teqînê de zarokekî bi navê Hîdayet Tek ê 4 salî jiyana xwe ji dest dabû. Bi beyanên malbatê ve derketibû holê ku heyberek dişebe guleya “bombeavêjê” bibû sedema mirina zarokê wan.

Tevî mirina Hîdayet jî li Hezexê tevdîrên pêwîst nehatin girtin, vê carê jî zarokê bi navê Muslum Îlhan ê 8 salî ji ber teqîna heyberekî dişibe “boriyê” jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Muslum ê piştî teqînê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê.

Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku heybera teqiyaye dişibiya “boriyê”, gotin ku polîsên hatin cihê bûyerê jî ev heybera bi xwe re birine. Ji şahidên bûyerê Latîfe Demîr, ragihandin ku Muslum xwestiye heyberê dişibiya “boriyê” bifiroşe xurdeker, lê xurdeker gotiye nikare “ew heybera di dest te bigirim”, dema zarok li qorziya mala xwe ziviriye jî teqîn pêk hatiye. Demîr wiha dewam kir: “Zarok xwest parçeyekî bifiroşe xurdeker. Xurdeker jî got ‘ez nikarim ew ê di destê de bikirim’. Min wê demê mala xwe tamîr dikir. Di carekê de teqînek mezin pêk hat. Hema hema erd hejiya. Min xwe avêt derve, min dît ku laşê zarok parçe bûye. Min demildest bang li dayika wî kir. Hat, zarokê xwe hembêz kir. Li wesayîtekê siwar hatin û birin nexweşxaneyê.

Dayika li cihê bûyerê parçeyê zarokê xwe yê 8 salî kom dikir, wiha nerazîbûn nîşan da: “Para me bû komkirina parçeyên laşên Kurdan. Xwedê bela xwe bide ew kesên ku vê anîn serê me.”