Hewldana Gurgumê: Em pişgiriyê bidin berxwedana Teroyan

Hewldana Gurgumê, êrîşên dewleta Tirk a li hember Teroyanê şermezar kir, ji bo çalakiyan banga piştgiriyê kir.

Hewldana Gurgumê, êrîşên dewleta Tirk a li hember Teroyanê şermezar kir, ji bo çalakiyan banga piştgiriyê kir.

Di daxuyaniyê de ev hatin diyarkirin: “Li hember avakirina kampa di bin navê 27 hezar koçber bicihkirinê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê  ku AFAD dixwaze li gundê Sîvrîce a Teroyana Jêr a Gurgumê ava bike, her ku diçe berxwedana neqebûlkirinê zêdetir dibe. Kampa ku bêyî destûra gelê herêmê dixwazin ava bikin, tevî hemû neqebûlkirinan jî ji bo plana guhertina demografiya herêmê dest bi xebatan kirine.” Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

 “Herî dawî hevbirên HDK’ê, gelek saziyên Elewiyan li gundê Teroyan ê Gurgumê roja 7-8’ê Gulanê xwestin çalakiya nobedê li dar bixin, lê hêzên dewletê mudaxele kirin. Gelek otobusên ku ji Stenbol, Îzmîr, Enqere ber bi Gurgumê ve ketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, hunermend Pinar Aydinlar jî di nav de gelek kes li herêmê hatin binçavkirin. Li aliyê din jenderme ketibûn nava gund û mûdaxele kiribûn. Li herêmê mûdaxeleyî berxwedana jinan kirin û gelek jin binçav kiribûn. Plaftorma ku wê mîtîng lê bihatiba lidarxistin bi fermanê hate rakirin. Wisa xuya ye ku xwedîderketina li berxwedana ku li derveyî Gurgumê belav bûye, tehamul nakin.

Em weke hewldana Gurgumê mûdaxelaya ku li ser vîna gel hatiye kirin şermezar dikin. Armanca vê tenê hiştina berxwedana Teroyan e. Dixwazin Gurgumê bixin nava aloziyan û berxwedanê bişkînin. Kampa ku ji aliyê AFAD’ê ve li Terolê tê avakirin ne tenê di bin maskeya koçberan de wê were avakirin, her wiha li ser Dîlok û Sûriyeyê re xetek bi ewle ji bo çeteyên DAIŞ’ê tê çêkirin. Li aliyê din xakên ku ji bin destê Osmaniyan hatin rizgarkirin, ji bo guhertina demografiya Elewî-Kurdan tê armackirin. Bi amadekariya asîmîlasyonê ve gelê herêmê neçarî koçberiyê dikin. Piştî qetlîama Gurgumê ev bi awayekî zelal hat dîtin ku çawa gelê Elewî neçarî koçberiyê hatin kirin. Dixwazin heman planan dîsa bidin destpêkirin. Niha bi avakirina kampa li Gurgumê û mudaxeleyên li hember berxwedana li dijî kampê, derî ji qetlîamên Gurgumê re vedike.”

 ‘EM HER KESÎ DAWETÎ KOLANAN DIKIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi êrîşan dixwazin yekîtiya gelan bidin şikandin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “ Bi vê wesîleyê em bang li hemû hêzên demokrasî, gelê me yê li Ewropa dijî û çalakvanan dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana Teroyan. Piştî qetlîama Gurgumê beşek mezin Gurgumî berê xwe dan Ewropa, divê ji niha û şûn de xwedî li xaka xwe derkevin. Bila neyê jibîrkirin ku gelekî ku ji erdnîgariya xwe, warên xwe bê dûrxistin, dixwazin bê agahî bêne hiştin, di valahiyeke bêdawî de ji çand û hunera xwe dûr bêne xistin û tenê bimînin. Em hemû saziyên ku xwe parçeyek ji vê xakê dibinîn û tevahiya gelê xwe dawetî kolanan dikin.”