Operasyon û bombebarana serê sibê di navbera gundên Dêrxust û Sîsê yên navçeya Licê ya Colemêrgê de dest pê kiribûn, berdewam dikin. Seroka BDP’ya Amedê ku bûyerên li herêma pevçûnê ji nêzîk ve dişopîne got; “Mîna salên 1990’an çiyayên me dişewitînin.”
Seroka BDP’ya Amedê Zubeyde Zumrut ku tevî gundî û gelê herêmê li nêzî herêma pevçûnêne û bûyerên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne, ji ANF’ê re axivî û got:
"Şewat berdewam dike. Gelê Licê, gundî hewl didin ku şewatê bi derfetên xwe vemirînin. Ji ber ku ev agirê bi daran ketiye venemire, dê bigihe her derê. Li hemberî girek biçûk heye, hemû derdora wê daristan e. Em li cihek nêzî operasyonê rawestane. Rêya diçe Licê û rêya mezin ji aliyê leşkeran ve hatiye birîn. Em vegeriyane salên 1990’an. Em mirovên ku ew roj hatine serê me ne. Mîna salên 1990’an çiyayên me dişewitînin. Em dixwazin ev şewat ji aliyê hemû cîhanê ve were dîtin."
Tevî Serokê BDP’ya Licê Harûn Erkûş û Şaredara Licê Fikriye Aytin bi sedan kes çûne cihê pevçûnê. Kesên çûne cihê bûyerê hewl didin pêşî li şer bigirin. Piştî dengê çekan hat birîn, gundiyan helw dan agirê bi daristanan ketine vemirînin û piştre vegeriyan gundên xwe.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê, piştî ku herêma di navbera gundên Dêrxust û Sîseya navçeya Lîceya Amedê ji saet 04.00'an û pê de ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin pevçûn derket. Serokê BDP'a navçeyê Harun Erkuş û Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn jî di nav de bi sedan kes jî ber bi herêma pevçûn lê derketiye ve meşiyan. Welatiyan agirê ku bi herêma daristanî ketiye vemirandin. Welatî piştî dengê çekan hat birîn dîsa vegeriyan gund.
Serokê BDP'ya Lîceyê Harun Erkuş li herêma pevçûnê daxuyanî da û diyar kir ku li herêmê xweza tê qetilkirin û banga bihîstiyariyê kir. Erkuş got; "Ji bo em pêşî li mirinan bigirin em amade ne ku bibin mertalên zindî." Piştî daxuayniyê welatî dîsa vegeriyan gund û der heqê bûyeran de agahî dan gundiyan. Hat diyarkirin ku di saetên şeveqê de herêm ji aliyê 6 helîkopteran ve hatiye bombebarankirin.
Gundiyan destnîşan kirin ku cihên hatine bombebarankirin veguherîne rengê zer û kalikên vala ên ji herêma pevçûnê anîne nîşanî kamerayan dan. Gundiyan li hemberî oeprasyonê nerazîbûn nîşan dan û anîn ziman ku ewlehiya wan nîn e.
Hat zanîn ku leşker di pevçûnan de birîndar bûne lê der heqê hejmarê de agahî nehatin girtin.Ji aliyeke din ve, di encama pevçûna qewimî de gelek leşker birîndar bûne û lê der barê hejmara wan de tu agahî nehatin bidestxistin.