Hevserokê HDP'ê Ceylan ê pê li mayinê kir sewqî Wanê hate kirin

Hevserokê HDP'a Bajaroka Xirvateyê Zubeyîr Ceylan ê dema li zeviyên qelaçî li sewalên xwe digeriya û pê li mayinê kir û bi giranî birîndar bû, sewqî Wanê hate kirin.

Hevserokê HDP'a Bajaroka Xirvateyê Zubeyîr Ceylan ê dema li zeviyên qelaçî li sewalên xwe digeriya û pê li mayînê kir û bi giranî birîndar bû, sewqî Wanê hate kirin. Ceylan ê ku ji bo wî gelek caran gazî ambûlansê hate kirin, lê ji ber ku nehat, li ser vê ji hêla hemwelatiyan ve 15 km hat veguhastin û ew anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî rewşa wî giran bû, danê êvarî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hate kirin.