Hevserokê Desteya Tenduristiyê: 32 kesî jiyana xwe ji dest dan, 143 kes birîndar bûn

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed da xuyakirin, ku di êrîşa bombeyî ya îro danê sibehe li Qamişloyê rû da de, li gorî agahiyên destpêkê 32 kesî jiyana xwe ji dest dane, 143 kes jî birîndar bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, li ser êrîşa bombeyî ya vê sibehê saet di 09:25'an de li nêzî Navenda Asayîşa Xerbî ya li ser rêya Amûdê rû da, daxuyaniyek da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehmed diyar kir, di encama êrîşa bombeyî de, li gorî agahiyên destpêkê 32 kesî jiyana xwe ji dest dane, ku di nav van de gelek jin û zarok jî hene û 143 kes birîndar bûne.

Ehmed ragihand, rewşa gelek birîndaran giran e û fikar hene, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, zêde bibin.